NPG’ê ji ber serketina gerîlayan peyameke pîrozkirinê weşand

Fermandariya Biryargeha NPG’ê hemû fermandar û şervanên ku Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan – Şehîd Andok pêk anîn û ked dan, pîroz kir.

PEYAMA NPG’Ê

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) de, ev tişt hatin diyarkirin:

“Beriya her tiştî em we hevrêyên hêja hemûyan bi hestên şoreşgerî ji dil silav dikin ku bi wêrekiyeke bilind û ruhê fedaî yê Apoyî tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok bûn û cejna vejînê ya gelê Kurd Newroz bi rengê herî bi wate pêşwazî kirin. Di şexsê şehîdên me yên Newrozê Ekîn û Canşêr re ku bi helwesta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan Newroza Azadiyê pêşwazî kirin, agirê Newrozê geş kirin û derbên giran li artêşa Tirk a mêtinger qirker xistin, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînin.

19'ê Adarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li navenda 4 baregehên artêşa Tirk a dagirker li du baregehên girîng hate xistin ku tank û çekên giran diparastin. Piştî ku bi teknîk û taktîkeke taybet derba giran li dijmin hate xistin, çûn ser çeperên dagirkeran. Bersiva pêwîst ji destwerdana dijmin a bi tank û topan re hate dayin û herdu baregehên dijmin ên parastî di asteke girîng de hatin îmhakirin. Hemû tedbîrên artêşa Tirk a dagirker bi vê çalakiyê hatin têkbirin û operasyona şoreşgerî a ji 8 baskan hate kirin bi serketî pêk hat. Gerîla bi ruhê Newrozê mîna bazekî pençeyê xwe li baregeha dijmin a herî parastî ya li qadê xist û derbeke giran li artêşa Tirk da. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî vê yekê nekarî tiştekî bike, encamên operasyona şoreşgerî veşart û hewl da pêşî li dîtin û bandora teknîk û taktîka HPG'ê bigire.

Gelekî bi wate bû ku Newroza gelê Kurd ê welaparêz bi operasyoneke şoreşgerî ya serketî hate pîrozkirin. Em hemû fermandar û şervanên ku di her asta Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok de bi ruhê Newrozê tevlî bûn, pîroz dikin.

Cenazeyên hevrê Ekîn Rodî û Canşêr Şêrawa ku milîtanên hêja yên Apoyî bû, di nava şerê giran de hatin wergirtin ku ev yek mînakeke wefadariyê ya mezin a ji bo şehîdan, dilsoziya bi nirxan e. Nîşandana milîtaniya fedaî ya Apoyî ya xwedîderketina li şehîdan û hevrêyên xwe, çalakiya we hîn bi wate û hêja kiriye. Ji ber vê helwesta we, em hêza operasyona şoreşgerî careke din pîroz dikin, helwesta we silav dikin.

Hevrêyên hêja, her Newroz ji bo me bûye wesîleya destpêkên nû, pêngavên nû. Helwesta we ya ku Newroz bi ruhê Newrozê pêşwazî kir, nîşan da ku têkoşîna me ya sala nû jî wê bi heman tempo, rêbaz û encamwergirtinê derbas bibe. Em di wê baweriyê de ne ku li ser vê bingehê hûn ê xwe hîn kûr bikin û serketinên hîn mezin bi dest bixin. Serketinê ji we re dixwazin.”