Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 258’an de didome

Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Panaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 258’an de bi biryardarî didome.

Li Wargeha Panberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nobeta Azadiya hatibû destpêkirin, Nobeta Azadiyê bi biryardarî di roja 258’an de berdewam dike.

Ji bo dewrgirtina nobetê îro welatî li Komleya Ciwanan hatin ba hev û ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 51’an Nûrcan Avyanî daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Wek tê zanîn em di çalakiyê de ne, ev 26 sal in Rêber Apo di yek hûcreyê de dîl hatiye girtin û tecrîd li ser tecrîdê tê girankirin. Ev demek dirêje ne parêzer û ne jî CPT diyalog li gel Serokatî nekirine, bila dewletên Yekbûyî li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derbikeve. Em çalakiyên zindanan silav dikin û heskirinên xwe ji bo wan diyar dikin. Em di wê hêviyê de ne ku ev sal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

Piştî daxuyaniyê, Nobeta Azadiyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” dewrî koma 52’emîn hat kirin.