'Divê 4’ê Nîsanê bibe wesîleya mezinkirina têkoşîna ekolojîk'

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê diyar kir ku 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê bibe wesîleya mezinkirina têkoşîna ekolojîk.

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê destnîşan kir ku bersiva herî bi wate ya ji 4’ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan re “mezinkirina têkoşînê ye”.

Daxuyaniya Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Em rojbûna 75’emîn a Rêber Apo pîroz dikin ku bi paradîgmaya pêşkêşî gelên cîhan û Kurdistanê kirî rêya rêya jiyaneke azad, ekolojîk û nû vekir û şansê tevlîbûna vê têkoşîna bi rûmet pêşkêşî me kir.

Rêber Apo dîroka gelê Kurd a ber bi tarîtiyê ve diçû guherand. Bi têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê pêş xistî, çarenûsa 50 salên dawî diyar kir. Bi tarzê jiyana xwe, felsefe û bandora li ser bi milyonan têkoşîneke mîna sedsalekê di nava 75 salan de meşand. Rastiya gelê Kurd ku bi pêşengiya Rêber Apo xwe jinûve afirand, bû îfadeya vê ya herî şênber. Yek ji armancên bingehîn a hêzên komploger û rejîma AKP’ê ya faşîst ew bû ku bi tecrîdê pêşî li fikirên Rêber Apo bigirin da ku negihije gel. Lê paradîgma û pirtûkên ku di pêvajoya Îmraliyê ya 25 salan de nivîsandî tenê bi gelê Kurd re sînordar nema, asteke gerdûnî bi dest xist ku Rêber Apo vê pêvajoyê weke jidayikbûna sêyemîn pênase dike. Dîwarên tecrîdê yên li Îmraliyê hilweşand û bû rêberê gelan. Rêbertiya me paradîgmaya ‘demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê’ diyarî hemû mirovahiyê kir. Vê paradîgmayê li dijî gefên modernîteya kapîtalîst rêya jiyaneke nû ya ekolojîk nîşan da û ji bo pirsgirêkên bingehîn ên roja me çareseriyeke alternatîf danî holê.

Rêber Apo têkoşîna xwe ya herî mezin li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst ku komploya navneteweyî li dijî wî pêk anîn û bi polîtîkayên mêtingerî û derexlaqî gefê li siberoja mirovahiyê dixwin, meşand. Lewma li hemberî qirkirina ekolojîk û biyanîbûna di navbera mirov-xwezayê de xwest ku 4’ê Nîsanê rojbûna wî bi çandina daran were pîrozkirin. Ev di heman demê de li hemberî tarzê jiyana ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatî afirandin û pîrozbahiyên rojbûnan a bi endeksa mezaxtinê, rexneyek e. Rêber Apo ti çalakiya ku pêk anî, bi xwe re sînordar nekir û kir malê tevgera azadiyê, gelê Kurd û mirovahiyê. Lewma daxwaza pîrozkirina alternatîf a di roja rojbûna wî de, divê li dijî nirxên tên mezaxtin weke deynekî wefayê û hewldana hevdîtina bi xwezayê re bê dîtin. Ev daxwaza Rêber Apo ji bo me, yên ku paradîgmaya ekolojîk pejirandine, divê weke bangekê bê dîtin ku meyl, rîtuel û rêbaza me ya jiyanê bi temamî civakî û ekolojîk bin. Divê 4’ê Nîsanê tenê rojekê bi çandina daran re sînordar nemîne, divê bibe wesîleya mezinkirina têkoşînê ya li dijî qirkirina ekolojîk. Ji bo vê têkoşînê divê zanebûna ekolojîk a pêwîst, biryardarî, rêxistinbûn û piştevanî bê nîşandan.

Avakirina jiyana nû ya ku Rêber Apo weke vegera li ekolojiya civakî formule kirî, encex bi xwedî derketina li paradîgmaya ekolojîk dikare bê pêkanîn. Xwedî derketina li vê yekê, bi têkoşîna li dijî qirkirina ekolojîk û mezinkirina têkoşîna ekolojîk pêkan e ku ev wezîfeya her welatparêzekî ye. Lewma divê 4’ê Nîsanê ji bo parastina xak, av, dar û mezinkirina piştevaniya ekolojîk û ji bo zarok, ciwan û jinan bibe destpêkeke afirandina qadên jiyanê yên nû, daristan, park û baxçeyan. Yek ji bersivên herî bi wate ku di 4’ê Nîsanê de bê dayîn, jinûve zindîkirina çanda ‘dara jiyanê’ ye ku hîna li Kurdistanê û gelek herêmên cîhanê ev çand tê pêkanîn. Divê ji bo her zarokê ku tê cîhanê, darek bê çandin û ji bo hevdîtina bi xwezayê re gav bê avêtin.

Mîrateya me ya têkoşînê, îdeolojî, paradîgma û rêxistinbûna me bi fikrên Rêber Apo derfetê tevgereke nû, alternatîf û ekolojîk a girseyî pêşkêş dike. Lewma bersiva ku ji rojbûna Rêber Apo û tecrîda Îmraliyê re bê dayîn, di sedsala 21’an de pêkanîna şoreşa ekolojîk e ku vê sedsalê di paradîgmayê de weke sedsala jinê pênase dike. Divê têkoşîna azadiya jinê û têkoşîna ekolojîk bibe yek. Lewma sedsala 21’an ku me bi armanca şoreşa jinê gav avêtê, di heman demê de divê bibe sedsala şoreşa ekolojîk. Ji bo vê yekê em bang li her kesî dikin ku li her devera ku gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ lê ye û seranserî cîhanê ji bo jiyaneke azad û ekolojîk paradîgmaya Rêber Apo pêk bînin û bi hemû beşên civakê re têkoşîna ekolojîk mezin bikin.”