Xelkê Şengalê dewleta Tirk û PDK şermezar kir

Sazî û rêxistinên li Şengalê dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK li Sinûnê bi meşekê şermezar kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 29'ê Sibata 2024'an û vir ve sê caran êrişên hewayî bir ser Şengalê.

Di van êrişan de ji pêşengên civaka Êzidî Sadûn Mîrza Alî û Mecdel Hasan Xelef şehîd bûn.

Herî dawî li nêzî Kampa Serdeştê 2'ê Nîsanê êrişek li ser wesayiteke sivîl hate kirin û di encamê de 2 jin birîndar bûn.

Piştî van êrişan ku li nava civaka Êzidî bû sedema hêrseke mezin, Rêveberiya Xweser a Şengalê li Sinûnê banga meşê kir.

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê pêkhateyên Ereb, civaka Êzidî, TAJÊ, Tevgera Ciwanan, rûspiyên xelkê Şengalê li nehiya Sinûnê meşek lidar xistin.

Di meşê de weneyên pêşengên civaka Êzidî hatin hildan ku di êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê de hatin şehîdxistin.

Şengaliyan bi pankarta bi nivîsa "Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re" meşiyan. Meşê ji ber Meclîsa Gel destpê kir û heta qada Mam Zekî ya li navenda bajêr dewam kir.