KCK: Divê her kes îradeya gelê Kurd berçav bigire û li gorî wê tevbigere

KCK’ê destnîşan kir ku gelê Kurd di hilbijartinan de li dijî tecrîda Îmraliyê, rejîma qeyûm, siyaseta înkar û qirkirinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê helwesteke zelal raber kiriye û got: “Divê ev helwesta gelê Kurd bê dîtin, berçav bê girtin.”

DAXUYANIYA KCK’Ê YA LI SER HILBIJARTINAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî encamên hilbijartinên 31’ê Adarê yên li Tirkiye û Kurdistanê, daxuyaniyeke nivîskî da. KCK’ê gelê Kurdistanê yê ku di hilbijartinên xwecihî de serketinên dîrokî bi dest xist, pîroz kir û destnîşan kir ku divê her kes helwesta gelê Kurd, rolê wê û serketina wê ya dîrokî bibîne û rast fêm bike.

Daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 2024’an ên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de gelê me îradeya xwe raber kir û serketineke pir girîng û dîrokî bi dest xist. Ji ber vê serketina dîrokî, di serî gelê me yê Bakurê Kurdistanê em hemû gelê Kurdistanê ji dil pîroz dikin.

Ev serketina ku gelê Bakurê Kurdistanê bi dest xistî hemû parçeyên Kurdistanê kêfxweş kiriye, hemû gelê Kurdistanê bi vê serketinê serbilind e. Serketina dîrokî ya di hilbijartinên xwecihî ya 31’ê Adarê de di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de li cihekî girîng bi cih bûye û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xurt kiriye. Bê guman di vê pêvajoyê de tevkariya yên ku berpirsyarî girtine û ked dane, ji bo vê encama dîrokî diyarker bûye. Me hemûyan dît ku kedeke bê hempa hat dayîn. Ji xwe gelê me encameke dîrokî wergirt û bi rengekî herî baş teqdîra vê kedê da. Em jî van hevalan pîroz dikin. Dîsa em dayikên Kurd, ciwan û jinan pîroz dikin. Dayikên Kurd bi çalakiya piştevaniya bi girtiyan re, wijdana civakê hişyar kir û xist nava liv û tevgerê. Weke wijdana civakê bi rola xwe rabûn. Di encamên hatine wergirtin de, ev rolê dîrokî yê dayikan bûye xwedî cihekî girîng. Em wan bi rêzdarî silav dikin. Dîsa ji bo serketina dîrokî ya hatî bidestxistin, helwesta jin û ciwanan a ji bo pêşketin û parastina hêmanên azadiyê, bûye xwedî cihekî girîng. Sekna jin û ciwanan lîstokên navenda şerê taybet pûç kir, bû sedem ku felsefeya me ya jiyana azad a li ser esasê azadiyê jinê bi ser bikeve. Ji vî alî ve em silavên xwe ji jin û ciwanan re dişînin û wan pîroz dikin.

KURDISTANÊ RÊ NEDA FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê

Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de gelê me li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, rejîma qeyûm a ku îradeya gelê Kurd desteser kirî, siyaseta înkar û qirkirinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê helwesteke vekirî û zelal raber kiriye. Îradeya mezin a di Newrozê de di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de jî hate nîşandan, gelê Kurd got ku ji tecrîd û faşîzmê re cih nîne û bersiva herî xurt da. Kurdistanê rê neda faşîzma AKP-MHP’ê. Faşîzma AKP-MHP’ê ku 9 sal in nikare serî bi gelê Kurd bide tewandin, gelê Kurd ji Rêber Apo û sekna azadiyê cuda bike û civaka Tirkiyeyê bike dijminê Kurdan, ji civaka Tirkiyeyê jî şeqameke dîrokî xwar û serî bi jêr ve qulipî. Xeta têkoşîna hevpar û yekîtiya demokratîk a ku gelê Kurd bi gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê re pêş xistî, bi ser ketiye. Serketina ji hilbijartinên xwecihî ya 31’ê Adarê hatî wergirtin, pêşketina feraseta netewa demokratîk îfade dike. Feraseta faşîst a netew-dewletparêz têk çûye û feraseta netewa demokratîk ku xwişk-biratiya gelan û jiyana hevpar îfade dike, bi ser ketiye. Lewma ev serketina dîrokî, serketina têkoşîna hevpar e ku gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ev têkoşîna hevpar bi feraseta netewa demokratîk bi hev re pêş xistin. Ev têkoşîna hevpar a gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, jinan, hêzên sosyalîst û demokratîk, ekolojîst, yên xwedî bawerî, Elewî, karker û kedkaran, her kesê ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe ye. Li aliyê din ev encamên ku hatine bidestxistin, ji bo hêzên demokratîk ên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin bûye bangek ku helwestên xwe yên teng derbas bikin û yekîtî û tifaqa xwe hîn zêdetir pêş bixin.

HILBIJARTINÊN LI KURDISTANÊ BI TEMAMÎ DI NAVA HEWIRDOREK ANTÎDEMOKRATÎK DE PÊK HATINE

Bê guman mîna ku me berê jî anîbû ziman, hilbijartin di hewirdorek demokratîk de pêk nehatine. Bi taybetî jî li Kurdistanê bi temamî di hewirdorek antîdemokratîk de pêk hatiye. Li Kurdistanê hilbijartin bi temamî di bin zextê de pêk hatin. Jixwe Kurdistan 9 sal in ji aliyê mufetîşên mêtinger ve di bin qanûnên leşkerî de tê birêvebirin. Qayûm tenê aliyekî vê ne. Li Kurdistanê bi temamî hawireke leşkerî-faşîst heye. Hilbijartin di vî hawîrdorê de pêk hat û gel di nav hawireke zext, gef, şantaj û şîdetê de çû hilbijartinê. Bi deh hezaran mirovên weke leşker, polîs, sivîl, memûr û hwd. anîn Kurdistanê û deng bi wan hatine danîn. Ev pêkanîn radixe pêş çavan ku faşîzma AKP-MHP'ê xwedî feraseteke çawa ye û di dijminatiya xwe ya li Kurdan de çiqasî kûr e. Heta roja îro ti sîstemeke faşîst serî li rêbazeke bi vî rengî nedaye. Serketina dîrokî ya li Kurdistanê tevî van zextan hemûyan jî pêk hatiye. Ev yek jî bi rengekî vekirî nîşan dide ku encamên gelê Kurd bi dest xistine ji encamên ku di daxuyaniyên fermî de hatine nîşandan zêdetir e. AKP-MHP’ê ya faşîst ku dijminê Kurdan e, li ti bajar, bajarok û gundekî Kurdan cihekî xwe nîne. Li Kurdistanê bi taybetî navend û navçeyên Şirnexê, navçeyên Colemêrg Qers, Bedlîs û Çewlikê, hemû cihên ku bi navê AKP-MHP'ê hatine nivîsandin cihên ku hatine xespkirine. Gelê Kurd wê vê rewşê teqez qebûl neke û li dijî xespkirinê derkeve.

DIVÊ HER KES ÎRADEYA GELÊ KURD BIBÎNE

Helwesta gelê Kurd a di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de, rola ku lîstiye û serkeftina dîrokî ya ku bi dest xistine divê ji hêla her kesî ve rast were xwendin û fêhmkirin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi gotin û polîtîkayên nîjadperest, neteweperest, olperest ên li ser bingeha dijminatiya li Kurdan pêk tîne, zerara herî mezin daye Tirkiyeyê. Di nava 22 salan a desthiladariya xwe bi taybetî di nava 9 salên dawî de rewşa ku Tirkiyeyê gihandiye, bi kurtasî qeyraneke û gelên Tirkiyeyê ber bi xizaniyeke mezin ve birin. Tirkiye veguheriye hêlîna sîxûr, mafya, çeteyan, rant û talankeran. Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd bi salan e li dijî vê zîhniyeta faşîst a dij mirovahiyê têdikoşe. Vê têkoşînê encamên dîrokî bi xwe re anî, mîna ku di hilbijartinên dawî de jî hate dîtin, polîtîkayên dagirker û mêtingeriyê ya AKP-MHP'ê hilweşand û desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê têk bir. Di qonaxa em gihaştinê de em di wê baweriyê de ne ku wateya têkoşîna gelê Kurd baştir tê fêmkirin. Bêguman gelên Tirkiyeyê û hêzên wan ên sosyalîst ên demokratîk li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bûne parçeyeke girîng ên têkoşînê. Ji niha û şûnde bi desthilatdariya AKP-MHP’ê Tirkiye zêdetir ji aliyê wan ve nayê birêvebirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê di nava hewl û amadekariyên kûrtirkirina şerê li dijî Kurdan e. Ev yek wê rewşa Tirkiyeyê ya xirab, xirabtir bike. Divê rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Tirkiyeyê vê yekê bibînin û qebûl nekin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi kûrtirkirina şerê li dijî Kurdan nîne. Pêdivî bi demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd heye. Gelê Kurd hem di Newrozê de hem jî di hilbijartinan de bi awayekî eşkere helwesta xwe nîşan da û da diyarkirin ku divê di zûtirîn demê de tecrîda li ser Rêber Apo were bidawîkirin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were mîsogerkirin û di çareseriya pirsgirêka Kurd de Rêber Apo were mixatabgirtin. Divê her kes vê helwest û vîna gelê Kurd bibîne.

Banga me ji dewletên herêmê û hêzên navneteweyî re ev e; bila tu kes piştgiriya planên AKP-MHP'ê yên ku qirkirina Kurdan kûrtir dike û di navbera gelan de şer û pevçûnan derdixe, neke. Divê her kes îradeya gelê Kurd bibîne û li gorî wê tevbigere.

Em dubare serkeftina dîrokî ya gelê Bakurê Kurdistanê, dayikên Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk, jin û ciwanan a di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de, pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”