HPG: Li Zapê 2 drone hatin xistin, dagirkerek hate cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 2 drone hatin xistin. Leşkerekî Tirk ê dagirker jî hate cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye:  

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;  

24'ê Adarê saet di 14:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê droneyeke bi teqemeniyan barkirî ya dagirkeran li hewayê hate îmhakirin.  

25'ê Adarê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê droneyeke teqemenî barkirî ya dagirkeran li hewayê hate îmhakirin.  

28’ê Adarê saet di 13:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dema dagirker ketin tevgerê, bi çekên giran hatin gulebarankirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

28’ê Adarê saet di 08:50’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.

Herêma Xakûrkê;

29’ê Adarê saet di 10:00’an de dagirkerên li Girê Şehîd Kamûran bi çekên giran hatin hedef girtin û derb li wan hat xistin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

24, 27, 28 û 30’ê Adarê, tunelên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Cûdî yên herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin. 

27 û 29’ê Adarê tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 4 caran bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî hatin bombekirin. 

24 û 27’ê Adarê, tunelên şer ên li qada Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê, 3 caran bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî hatin bombekirin.  

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker; 

Di navbera 23-31’ê Adarê de qadên Deşta Kafya, Dosteka, Kanîsarkê, Çemrobotkî, Girê Reşîd, Sêdarê, Xêrê, Dêreşê, Şiyê, Girê Kun ên herêma Garê 19 caran, Bêşîlî, Serê Metîna ên herêma Metînayê 14 caran, Lolan, Kolît, Goşînê, Sinînê ên herêma Xakurkê 7 caran, herêma Şehîd Îbrahîm ya Zapê 4 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bahar û Girê Cûdî yên herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 17 caran bi giştî 61 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.”