Tevgera Azadî serketina DEM Partiyê pîroz kir

Desteya Rêveber a Tevgera Azadî têkildarî serketina DEM Partiyê ya di hilbijartinên xwecihî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de peyameke pîrozbahiyê weşand û got: “Dema gel yek be û xwe rêxistin bike, bê guman serketin mîsoger e.”

SERKETINA DEM PARTIYÊ

Desteya Rêveber a Tevgera Azadî ji ber serkeftina DEM Partî ya di hilbijartinên xwecihî yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de peyamek pîrozbahiyê belav kir.

Di peyamê de wiha hate gotin: “Serkeftina îradeya aştiyane û demokratîk a gelê me yê Bakurê Kurdistanê pîroz be, em serkeftina DEM Partî ya di hilbijartinên 31’ê Adarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de li tevayî gelê berxwedanvan û namzetên serkeftî yên vê proseya demokratîk pîroz dikin.

Encamên vê hilbijartinê ji bo gelê Kurd û Tirkiye ne tenê destkeftiyek xizmetguzarî û rêveberiyê ye, di heman demê de serkeftinek mezin a siyasiye ku bû sedema şikandina ruhê netewperestî û faşîzmê.

Di rastiyê de ev serkeftina gelê Kurd temamkerê têkoşîna gerîla, xebata hevbeş a gel û azadîxwazan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Di vê qonaxê de wê bibe destpêk û pêngavek mezin ji bo serkeftina tevgera azadîxwaz a gelê Kurd.

Pêwîste gelê me li Başûrê Kurdistanê ji vê serkeftinê hêz û ezmûn wergire. Ji bo serkeftina li beramberî dagirkerî, hêzên desthilatdar û berjewendîxwaz bawerî bi îrade û hêza xwe hebe. Dema gel yek be û xwe birêxistin bike, bê guman wê serkeftin mîsoger bibe.”