Xizmên Windayan ji bo 3 windayên qetilkirî hatin ba hev

Xizmên windayan ên li Kurdistanê, ji bo Orhan Yakar, Ahmet Bûlmûş û Munîr Saritaş ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin ba hev.

ÇALAKIYA XIZMÊN WINDAYAN

Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” cara 790’an hatin ba hev. Çalakî li ber Bîrdariya Yaşam Hakki ya li Parka Koşûyolûyê hate kirin. Di çalakiyê de aqûbeta Orhan Yakar ê di sala 1996’an de li Çewlîgê hate windakirin, hate pirsîn. Çîroka windabûna Yakar, ji aliyê Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê Berfîn Elçî ve hate xwendin.

ÊLIH

Li Êlihê Şaxa ÎHD’ê û xizmên windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” cara 626’an li Cadeya Gulistan hatin ba hev. Di çalakiyê de aqûbeta Ahmet Bûlmûş hate pirsîn ku 1’ê Nîsana 1994’an li navçeya Cizîr a Şirnexê piştî hatî windakirin, êdî ti agahî jê nehat wergirtin. Çîroka Bûlmûş ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Reşît Çetînkaya ve hate xwendin.

COLEMÊRG

Şaxa Colemêrgê ya ÎHD û xizmên windayan di hefteya 116’an a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya li navçeya Geverê kom bûn. Rêveberên Rêxistina Geverê ya DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê û xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Vê hefteyê aqûbeta Munîr Saritaş hate pirsîn ku 27’ê Cotmeha 1995’an li Geverê ji aliyê leşkerên girêdayî Tabûra Komando ya Geverê ya di bin fermandariya Serdarê Tirk Mehmet Emîn Yûrdakûl ve bi êşkenceyê hate qetilkirin.

Di çalakiyê de endama ÎHD’ê Pinar Zengîn daxuyanî da.

Ji malbata Munîr Saritaş, Welat Saritaş jî ev tişt got: “Eger ku dadgeh faîlan berdide, wê demê berpirsê van hemû bûyeran dewlet e.”