Gelê Kurd wê 4'ê Nîsanê bimeşe Amarayê

Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsanê de wê Meşa Amarayê bê lidarxistin.

DAXUYANIYA MEŞA AMARAYÊ

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî çalakiya ku wê bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê were lidarxistin daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 4'ê Nîsanê wê li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê meşek bê lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser encamên hilbijartinên 31'ê Adarê û got, "Me got, 'Yên ku pirsgirêka Kurd çareser nekin wê bi xwe ji hev bikevin'. Encamên vê hilbijartinê ev tecrûbe jinûve piştrast kir."

Çîgdem Kiliçgun Ûçar pêngava ji bo 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' bi bîr xist û got, "Di serî de li Rojava gelên li Rojhilata Navîn, jin, ciwan li ser piyan e. Me jî li vê derê di navbera 1-15'ê Sibatê de Meşa Azadiyê lidar xist. Meşa me bêguman dewam dike."

Çîgdem Kiliçgun Ûçar got, "Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku di tecrîd û şer de israr dike hate redkirin, çareseriya demokratîk hate destnîşankirin û bi xurtî hate nîşandan ku îradeya çareseriyê Birêz Ocalan e."

BANGA JI BO MEŞA AMARAYÊ

Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku bi daxwaza aştî û azadiyê meşa wan wê 4'ê Nîsanê bi Meşa Amarayê dewam bike û got, "Dixwazim destnîşan bikim ku meşa me wê ji bo rakirina bêhiqûqiyê be. Ev meş ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê ye. Ev meş li dijî polîtîkayên şer, ji bo avakirina îradeya jiyana hevpar û wekhev e. Ev meş li hemberî rijandina xwîn û rondikên çavan, ji bo avakirina jiyaneke wekhev û azad e. Ev meş meşa me hemûyan e. Bi vê wesîleyê em bang li gelên xwe dikin ku tevlî Meşa Amarayê bibe. Di 4'ê Nîsanê saet di 10:00 de em ê li Alîgorê li hev bicivin û bang li her kesî dikin ku tevlî bibin."