BI DÎMEN

Banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' li Strasbourgê hate nîqaşkirin

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê li ser banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo û 'zayendîperestiya civakî' panelek hate lidarxistin.

LI STRASBOURGÊ CIVÎNA GEL

Çalakî ji aliyê Komuna Jinê ya Zîn ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê hate lidarxistin û endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Songul Omurcan weke qiseker beşdar bû.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna şoreşa Kurdistanê Songul Omurcan axivî û peyama Rêber Apo ya 8'ê Adarê nirxand. Songul Omurcan diyar kir ku her gotineke peyama Rêber Apo di asta 'manîfestoyê' de ye û got, "Rêber Apo careke din destnîşan kir ku li cîhaneke zincîrê koletiyê yê jinê nehatiye şikandin azadiyeke rasteqîn nabe." Songul Omurcan diyar kir ku vê peyamê têkoşîna jinan xurt kiriye got, banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' di heman demê de ji bo jinan lêgerîneke çareseriyê ye.

Songul Omurcan got, "Eger dewleta Tirk bi destê aştiyê yê Rêber Apo bigire, wê hem ji bo civakê hem jî ji bo delwetê firsendeke mezin a guhertinê bê afirandin. Gelê Kurd wê bi daxwazên xwe yên bingehîn bi ziman, çand û mafên xwe bi rengekî wekhev bijî. Eger ev pêvajo rast bê fêhmkirin û bi gavên şênber piştgirî jê re bê dayin, hingî pêvajoya aştiyê dikare mayinde bibe" û bang li hemû derdoran kir ku xwedî li pêvajoyê derkevin.

Di beşa duyemîn a panelê de mijara 'zayendîperestiya civakî' bi perspektîfa Jineolojiyê hate nirxandin.