BI DÎMEN

Ivana Hoffmann li ser gora xwe hat bibîranîn

Şervana enternasyonalîst Ivana Hoffmann a di 7’ê Adara 2015’an de di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bûbû, li ser gora xwe hat bîranîn.

Şervana enternasyonalîst Ivana Hoffmann a di 7’ê Adara 2015’an de li Til Temirê di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bûbû, li ser gora xwe ya li Taxa Meiderich a Duisburgê hat bîranîn. MLKP, KGO, Înisyatîfa Hevalên Ivana, AGÎF, ATÎK, DDKTM û nêzî 100 endamên Avakirina Komunîst a Elman tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên şoreşê dest pê kir. Axaftina ewil li ser navê MLKP û KGO’yê hatin kirin. Di axaftinan de hat gotin ku Hoffmann ji Efrîkayê ber bi Ewropayê ve bûye pira hevgirtinê û hat gotin, "Bi her pêngava ku em li ser şopa şehîdên xwe davêjin, em ber bi têkoşîna şoreş û azadiyê pêş ve diçin."

Piştre heta avahiya AGÎF’ê meş hat lidarxistin. Di meşê de “Jİ Duisburgê heta Rojava -Ivana di têkoşîna me de dijî!”, “Şehîd namirin” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin berzkirin.

Piştre li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburgê axaftin hatin kirin.