Li Swisreyê protestoyên komkujiya Elewiyan hate dewam dikin
Komkujiyên Elewiyan ên li Sûriyeyê li sê bajarên Swisreyê hatin protestokirin û hate diyarkirin ku alîkariya 235 Mîlyona Euro ya YE’yê ji HTŞ’ê re tê wateya hevkariyê.
Komkujiyên Elewiyan ên li Sûriyeyê li sê bajarên Swisreyê hatin protestokirin û hate diyarkirin ku alîkariya 235 Mîlyona Euro ya YE’yê ji HTŞ’ê re tê wateya hevkariyê.
Komkujiya ku HTŞ û komên çete yên bi piştgiriya Tirkiye li bajarên perav ên Sûriyeyê ku piranî Elewî lê dijîn kirin, li bajarên Zurih, Bern û Chur ên Swisreyê hatin protestokirin. Çalakiyên ku piştî banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê ve duh destpê kir, wê heta dawiya hefteyê dewam bike.
ZURIH
Pêkhateyên ADGB’ê yên ku tevî barana zêde li dêra ST. Jakop a semta Stauffacher a Zurihê li hev civiyan, gelek caran dirûşmeyên “Hevkarê HTŞ’ê AKP” berz kirin.
Daxuyaniya çapemeniyê ya li ser navê ADGB’ê Bakiş Yildiz bi Elmanî û Başak Oztaş Tirkî xwend.
Başak Oztaş got, “Colanî kujer e û niha Elewiyên me yên li Sûriyeyê rûbiriyê komkujiyê ne. Em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin ku li dijî vê komkujiyê rabin. Em ji hemû gelê xwe dixwazin ku li dijî vê êrîşa hov dakevin qadan û bertek nîşan bidin.”
Çalakî piştî banga tevlîbûnê ya ji bo mitînga ku wê bi pêşengiya ADGB’ê di 15’ê Adarê de bê lidarxistin, bi dawî bû.
CHUR
Kurdistaniyên ku paytexta Kantona Grabunde ya Churê dijîn, li dijî komkujiya li Sûriyeyê çalakî lidarxistin.
Siyasetmedar Ayşe Acar Başaran tevlî çalakiyê bû û axaftinek kir. Başaran got ku divê ji bo rawestandina komkujiyan bibin yek û sersaxî ji malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane re xwest.
Berdevkê CDK-S Churê Kureyş Doymaz jî wiha got: “Ji ber ku em bêrêxistinên ev tiştş tên serê me. Eger em wekî Elewiyan birêxistin ban, me îro ev tişt jiyan nedikirin. Em kesên ku komkujiyê kirin pir baş nas dikin. Em ê tu car gelê xwe yê Elewî bi tenê nehêlin.”
BERN
Girseya ku bi banga hevpar a saziyên ADGB û Elewî li paytext Bern Bahnhofplatzê li hev civiyan, komkujiyên ku li Sûriyeyê li herêmên ku Elewî lê ne dewam dikin, protesto kirin.
Bi sedan kes tevlî çalakiyê bû û daxuyanî hate dayîn. Di çalakiyê de banga parastina Şoreşa Rojava hat kirin ku modela jiyana demokratîk û azadîxwaz pêşkêşî gelên Sûriyeyê dike.
Di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê ya bi Elmanî û Tirkî hate xwendin. Li ser navê ADGB’ê Tuncay Yilmaz axivî. Yilmaz bal kişand ser alîkariya 235 Mîlyona Euro ya YE’yê ji HTŞ’ê re û wiha got: “Dewletên emperyalîst bi vê piştgiriyê re ji bo berjewendiyên xwe bûne komkujiyên çeteyên cîhadîst.”
Siyasetmedar Ferhat Encu jî got ku ji 8’ê Kanûnê ve bi hilweşandina rejîma Esadê re rejîma nû ji xeynî hebûna xwe tu gel û baweriyan qebûl nake û wiha got: “Yekane çareserî domandina hebûna pergala ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk nûnertiya wê dike ye.”
Çalakî bi daxuyaniyên saziyên Elewî û şoreşgerî dewam kir û piştre bi daxuniyan bi dawî bû.