Le Monde: Divê Enqere destê ku Kurdan dirêj kiriye li hewa nehêle
Rojnameya Le Monde ya Fransayê diyar kir ku banga Rêber Apo 'wêrek' e û destnîşan kir ku divê Enqere bi destê Kurdan bigire ku bi vê armancê dirêj kiriye.
Rojnameya Le Monde ya Fransayê diyar kir ku banga Rêber Apo 'wêrek' e û destnîşan kir ku divê Enqere bi destê Kurdan bigire ku bi vê armancê dirêj kiriye.
Di nivîsa edîtor de ya bi sernavê "Divê Enqere bi destê ku Kurdan dirêj kiriye bigire" nirxandineke bi vî rengî hate kirin, "Piştî banga lîderê dîrokî yê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo belavkirina rêxistinê, divê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo bidawîkirina şerê çil salî qebûl bike ku dest bi nîqaşeke siyasî bike."
Di nivîsa rojnameyê de hate gotin, "Piştî şerê ku bi dehan salan dewam kir, destberdana ji çekê karekî hêsan nîne. Îrlandayî û Kolombiyayî baş bi vê zanin. Ji ber vê yekê jî banga betalkirina rêxistinê ya ku damezrînerê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û lîderê wê yê dîrokî Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de ji girava girtîgeha li Derya Marmarayê kir, nîşaneyeke wêrekiyê ye."
Le Monde got, "Ev peyam ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Yekîtiya Ewropayê, Iraqê û Îranê ve jî bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin. PKK a ku xwe vekişandiye çiyayên li Bakurê Iraqê, çend saet piştî banga lîderê xwe, ji bo fesihkirina xwe û rawestandina şerê bi Tirkiyeyê re banga destpêkirina hevdîtinan qebûl kir."
JI BO LIHEVKIRINÊ DU KES PÊWÎST E
Nivîsa rojnameya Le Mondeyê bi vî rengî dewam kir: "Lê belê ji bo lihevkirin û aştiyê pêwîstî bi du kesan heye. Ji Cotmehê û vir ve ku hevalbendê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ê rastgirê tund lîderê MHP'ê (Partiya Tevgera Neteweperest) Devlet Bahçelî destê xwe dirêjî parlamenterên DEM Partiyê kir, ji rêveberiyê têkildarî 'pirsgirêka Kurd' ti pêşniyar nehat û ji aliyê Enqereyê ve ti bersiv, her wiha pêşniyar nehate kirin. Berevajî danûstandinên beriya niha (2013-2015) ku qala maf û pêşketina çandî dihate kirin, yekane tişta ku lîderan danîn holê 'bidawîkirina terorê' bû.
DAXWAZ HÎN BI RENGEKÎ FERMÎ NEHATIN DESTNÎŞANKIRIN
Rast e ku Birêz Bahçelî gotin anî ser meseleya berdana Abdullah Ocalan. Lê belê di demekê de ku hikumetê hejmara girtiyên nûnerên hilbijartî yên Kurdan zêde dike û lîderên siyasî yên weke Selahattîn Demîrtaş girtî ye, zehmet e ku mirov bifikire ku berdana ji Îmraliyê pêk were. Û heta niha daxwazênl îderên Kurd heta niha bi rengekî fermî li ser maseyê nehatine danîn. Lîderê PKK'ê di notekê de ku piştî banga xwe da kirin, destnîşan kir ku ji bo tasfiyekirina rêxistinê pêwîstî bi polîtîkaya demokratîk û çarçoveya qanûnî heye.
KAR HÎN NÛ DESTPÊ DIKE
Serokkomarê Tirkiyeyê hîn jî bi rengekî îhtiyatî nêzî banga Ocalan dibe. Ji me re got, ew 'li hemberî her cûre provokasyonan baldar e' û 'di vê dema krîtîk de nêzîkatiya herî bi bandor meşa bi sukûnet e'. Pêwîstî wê bi sukûnetê hebe. Kar hîn nû destpê kiriye. Ji aliyekî ve lîderên PKK'ê yên li Iraqê ragihandin ku ji bo nîqaşkirina bûyerên heyî û betalkirina rêxistinê wê kongreyê bicivînin. Li aliyê din dengê koalîsyona Îslamî-neteweperest a li desthialtdariyê ji bo pêşwazîkirina gava hatiye avêtin bi rengekî erênî, zêde bû lê belê pêşketin hîn çênebûye.
Piştî binpêkirina agirbestan, mirina 40.000 kesî, koçberbûna zêdeyî 2 milyon kesî, ji bo bidawîkirina şerê çil salî firsendeke bêhempa heye. Ev yek wê ji bo aramîbûna bakurrojhilatê Sûriyeyê jî bibe alîkar. Lewma li cîhaneke ku hîn kaotîk bûye, ya ku tê dîtin ronahiyeke xweşbîniyê ye û astengkirina vê yekê wê bibe cihê xemgîniyê."