Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Şamê de hate îmzekirin daxuyanî da. Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:
“Di 10’ê Adara 2025’an de di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) birêz Mazlûm Ebdi û serokê demkî yê Suriyeyê Ahmed Şara de peyman hate îmzekirin. Peyman ji 8 xalên sereke pêk tê.
Li gorî peymanê wê Kurd tevî pêvajoya demkî ya avakirina Suriyeya nûh û nivîsandin destûra bingehîn a tevaya Sûriyeyê bibin. Mafên siyasî û neteweî wê bê misogerkirin. Di heman demê de garantî û misogerkirina saziyên sivîl û leşkerî hebe. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dê bibe aliyekî avakirina artêşa paşerojê ya Sûriyeyê. Di peymanê de rêkeftinek li ser petrol û gaza li herêma di bin kontrola QSD ê de ligel rêveberiya giştî ve bê parvekirin. Elbet peyman tenê ji van xalan pêk nayê. Peyman çarçoveya rêkeftinê, nêt û daxwaza aliyan dide xuyakirin û ji bo cîh bi cîh kirina peymanê û hemû xalên pêve girêdayî wê komîteyên ji pispora bên destnîşankirin û bê muzakerekirin.
JI BO ÇARESERIYA MAYÎNDE GAVA PÊŞÎN E
Bêguman a herî girîng ew e ku bi vê peymanê hebûn û qebûlkirina gelê Kurd wê di destûra bingehîn de bê misogerkirin û em bi hêvîne ku rê li ber çareseriya siyasî û statuya fermî ya Rojava veke. Ev serketineke dîrokî ye û di berjewendiyên hemû aliyan de ye. Ev ji bo çareseriya mayînde gava pêşîn e û ji bo rêzgirtina li ol û etnîsîteyên cûda çi li herêma dibin kontrola QSD’ê yê de û çi li tevahya Sûriyeyê gelekî girîng e.
Em weke KNKe vê peymanê gelekî girîng dibînin û weke pêngaveke sereke ji bo peydakirina çareseriya kêşeyên siyasî û neteweyî li tevaya herêmê û cîh bi cîh kirina aramiyê bi xwe re bîne. Em baş pê serwextin dema ku ev peymana hate îmzakirin hewldanên êrîşên hovane li hemberî xelkê sivîl ên Elewî, Nuseyrî û Xirstiyanan rû didan. Em bi hêvîne ku ev peyman, bi hewldanên QSD’ê bibe zemîn û wesîleya ku hemû gelên Rojava û tevahiya gelên Sûriyeyê di nav aştî û aramiyê de bijîn û bi xwe re aramiya siyasî û civakî peyda bike.
Weke KNK’e em piştgiriyê didin vê pêvajoyê û daxwazê ji hemû hêzên demokratîk û aştîxwaz dikin ku bi armanca serketinê û piştgiriya peydakirina çereseriya siyasî ji bo hemû kêşeyên heyî bikin.”