BI DÎMEN

Komkujiya Elewiyan li Winterthurê hate protestokirin

Pêkhateyên ADGB’ê yên li bajarê Winterthur ê Swîsreyê komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê protestokirin.

Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê ji aliyê pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ve Komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê protestokirin. Çalakî li stasyona trenê ya Winterthurê ji bo bîranîna Elewiyên ku hatin qetilkirin bi deqîqeyekî rêzgirtinê dest pê kir. Piştre danezana ku aliyê ADGB’ê ve hate amadekirin, ji aliyê Halîl Suren ve hate xwendin.

Halîl Suren diyar kir ku kujerên cîhadîst ên girêdayî HTŞ’ê ku desthilatdariyê bi dest xist, li Lazkiye, Baynas, Tartus û li herêmên ku piranî Elewî lê ne, bi banga “Allahu Ekber” li dijî Elewiyan qirkirinê pêk anîne û wiha got: “Li vir divê balê bikşînin hem rewşa heyî û hem jî rola Tirkiye û Erdogan ên ji destpêka şerê hundurîn ên rejîma Sûriyeyê ve. Rejîma Erdogan ji destpêka pevçûnê ve bi awayekî sîstematîk komên ku Kurd, Elewî û kêmenetewên din hedef digre, perwerde kir û piştgirî da. Piştî ku DAÎŞ li Kobanê hat têkbirin, komên Îslamîst û nîjadperst ên ku navê Artêşa Neteweyî ya Sûriye dane xwe bi çek kir û bi ser Kurdan ve bir. Armanca demdirêj a Erdogan ew e ku dewleta şerîetê ên li dijî Kurd, Elewî, Durzî, Xiristiyan û jinan ava bike. Ji bo ku xwe bigihîne vê armancê tenê piştgirî nade komkujiyên HTŞ’ê, di heman demê de rejîma Colanî rewa dike. Em ê wekî ADGB’ê li dijî rêveberiya HTŞ’ê her tim piştevaniyê bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên Sûriyeyê bikin. Em bang li her kesên demokrat, pêşverû û azadîxwazan dikin ku tevlî me bibin.”

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Winterthurê Rûken Amed axivî. Amed komkujiya li dijî Elewiyan şermezar kir û diyar kir ku ew wekî gelê Kurd her tim li kêleka gelên mezlûm in û bang li dewletên navnetweyî kir ku li dijî vê hovîtiya ku li Sûriyeyê li dijî Elewiyan hate kirin bêdeng nemîne.

Komkujiyên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê wê bi pêşengiya saziyên Elewî yên li Swisreyê rojên 12 û 13’ê Adarê li Cenevre, Basel, Zurih, Bern û Churê were protestokirin.

Navnîşana çalakiyan wiha ye:

12’ê Adarê

Zurih

Stauffacher saet: 17.30

Bern

Bahnhofplatz saet: 18.00

Chur

Bahnhofplatz saet: 17.00

13’ê Adarê

Cenevre

Pêşiya place de Nations (BM) saet: 15.00

Basel

Barfusserplatz saet: 18.00