Li kampa penaberan êrîşî Kurdê ku rojiyê nagire kirin

Êzidiyê bi navê Salih Xelef ku li kampekî penaberan a li Hollandayê dimîne, bi hinceta ku rojî nagre rastî êrîşê hat.

Êzidiyê Şengalê yê bi navê Salih Xelef (52) ku li kampa penaberan a li nêzî bajarê Tilburg ê Hollandayê dimîne, di menzela ku lê dimîne rastî êrîşê hat.

Salih Xelef qala bûyerê kir û got ku ew 5’ê Adarê derdora saet 1:30’an de di menzela ku lê dimîne rastî êrîşê hat. Salih Xelef diyar kir ku koma êrîşakar berî êrîş bike ji wî pirsa “Em di Remazanê de ne tu çima rojiyê nagrî” kirine û got: "Êrîşkar di saetên şevê de ji pencereyê ketine menzela min.Sê kesên ku ji pencereyê ketin, kêr anîn ber stûyê min û gotin eşhedê bîne. Min got ez Êzidî me û min red kir. Li ser vê yekê saetek êşkence li min kirin. Ji min re gotin, ‘Tu Êzidî yî, tu gawirî malê te li me helal e.’ Perêyê li ser min jî desteserkirin.”

Salih Xelef diyar kir ku penaberên Kurd ên bi êrîşê hesiyan bi hewara min ve hatin û ev tişt got: "Êrîşkarên ku kêr li dijî wan jî derxistin, piştî ku bûyer mezin bû reviyan. Erkdarên kampê ji bo mudaxileyê bûyerê bikin nehatin. Penaberên Kurd ên li kampê bi derfetên xwe min rakirin Nexweşxaneya Tilburgê.”

Xelef gazind jî rayedaran kir ku ji ber penabere, ziman û pêkanîna hiqûqê nizanin hewl dan li ser bûyerê bigrin.

Xelef bi alîkariya Komeleya Civaka Kurd a Demokratîk giliyê êrîşkeran kir.