Bi pêşengiya Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê (BAF) û Cemxaneya Londonê bi armanca protestokirina komkujiyên li dijî Elewiyan a bi destê HTŞ-SMO’yê û bi daxwaza hikûmeta Îngilîstanê li dijî vê yekê bikeve tevgerê, li pêşiya avahiya serokweziriyê çalakî hate lidarxistin.
Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr û siyasetmedarên Îngilîz piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de timî dirûşmeyên “Ji qirkirina Elewiyan re bes e”, “Ji komkujiyê re bêdeng nemîne” hatin berzkirin û polîtîkayên Sûriyeyê ya Îngilîstanê hatin protestokirin.
Di çalakiyê de Hevseroka BAF’ê Dîlek Încedal, Serokê Cemxaneyê Îbrahîm Has û li ser navê DGB’ê Feyzullah Cinpolat axivîn.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku li Sûriyeyê li dijî Elewiyan qirkirin tê kirin û wiha got: “Divê destwerdaneke lezgîn ji bûyerên tirsnak ên Sûriyeyê re bên kirin.”
Di berdewamiya axaftinan de hate destnîşankirin ku di medyayê de van bûyeran bi tenê dayîna wekî “Pevçûnên di navbera hêzên alîgirê Esadê de” re rastî tê berovajîkirin û hate diyarkirin ku komkujî ne ‘têkoşîna li dijî rejîmê ye’, komkujiyekî etnîk û mezhebî ye û wiha hate gotin: “Îro tîştên ku li Sûriyeyê diqewimin, komkujiyeke ku ne tenê Elewiyan hemû mirovahiyê eleqeder dike.”
Di axaftinan de bang li hikûmeta Îngilîstanê hate kirin ku demildest bikeve tevgerê û ev bang hate kirin: “Em bang li her kes û saziyên demokrat û xwedî wîjdan dikin ku li kêleka gelê Elewî cih bigirin û piştevaniyê mezin bikin.”
Piştî axaftinan bi sedan kes bi dirûşmeyan ji pêşiya avahiya Serokwezîriyê heta avahiya Parlementoyê meşiyan.
Îmzeyên ku ji bo hikûmeta Îngilîstanê li dijî komkujiyên Elewiyan bikeve tevgerê hatin komkirin, ji bo ji hikûmetê re were ragihandin pêşkêşî Serokê Sekreteryaya Elewî ya Parlamentoya Îngilîstanê û Parlementer Bambos Charalambousê re hate kirin.