Ji bo serokatiya koma parlamenterên “APPG on Kurds” ya Parlamentoya Îngilistanê ku ji Partiya Karkeran, Partiya Muhafazakar, parlamenterên Partiya Neteweyî ya Îskoçan (SNP) û endamên kamaraya lordan jî di nav de ji 41 endamên fermî pêk tê, Parlamenterê Herêma Exeter ê ji Partiya Karkeran Steve Race hate hilbijartin.
Steve Race ji rojnamegeran re axivî û got: “Armanca me, di serî de Îngilistan şopandina rewşa gelê Kurd ya civakî, aborî û siyasî ye û têkildarî vê yekê siyaseta Îngilistanê ji nû ve binirxînin. Di heman demê de di nava parlamentoyê de avakirina têkiliya li gel Kurdan a rasterast e. Bi saya vê yekê em ê bi hemû Kurdên li Rojhilata Navîn ên li Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê re bikevin têkiliyê.”
Race diyar kir ku avabûna komê û hilbijartina wî jî ya hemdemî pêvajoya li Sûriyeyê gelekî girîng e û ev tişt got: “Di nava hikûmetê de em ê girêdayî Wezîrê Berpirsê Rojhilata Navîn, Efrîqaya Bakur, Pakistan û Efxanistanêî mijara Sûriyeyê ji nêz ve bişopînin. Em ê perspektîfa Kurdan a li Îngilistanê binirxînin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Koma Dostaniya Kurdan a Îngilistanê di Cotmeha 2024’an de hatibû avakirin.