CÎK’ê komkujiya li hemberî Elewiyan şermezar kir
Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) komkujiyên ku li Sûriyeyê li hemberî Elewiyan hatine kirin, şermezar kir.
Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) komkujiyên ku li Sûriyeyê li hemberî Elewiyan hatine kirin, şermezar kir.
CÎK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Komkujiyên ku li Sûriyeyê li hemberî civaka Elewî hatine kirin, hovîtiya ku li hemberî jinan û zarokan hatî kirin, tenê şer nîne, dijminahiya mezhebê jî ye. Ev zihniyet mîna zilma ku duh DAÎŞ’ê li dijî Kurdan, Kurdên Êzidî, Erebên muxalîf, Xrîstiyan û gelek civakên baweriyên din pêk anî ye. Niha jî heman fikrê tarî bi dîmenekî ‘nû’ car din derketiye holê.”
CÎK’ê anî ziman ku di Îslamê de kuştina canekî bê gunek, mîna kuştina hemû mirovahiyê ye û got, “Zilm li kê were kirin, bêdeng mayîn guneh e. Eger em îro bêdeng bimînin, sibe wê dora bawerî û gelên cuda jî were. Em nebin hevkarê zilmê, zalim kî dibe bila bibe em li dijî bisekinin.
Li dijî vê hovîtiyê tevahî Misilman, her kesê ku dibêje ez mirov im, mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî, saziyên dînî û her kesê xwedî wijdan divê têbikoşe. Divê em ji bîr nekin ku ev bêdengî wê zilma li dijî civaka Elewî mezin bike, em li dijî vê zilmê dengê xwe bilind bikin.”