Li Leverkusenê komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê hate protestokirin
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê bi daxuyaniyekê komkujiya Elewiyên Ereb ên li Sûriyeyê protesto kir.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê bi daxuyaniyekê komkujiya Elewiyên Ereb ên li Sûriyeyê protesto kir.
Li Leverkusenê komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê bi daxuyaniya çapemeniyê hate protestokirin. Di çalakiyê de daxuyaniya FEDA’yê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî komên girêdayî DAIŞ û El Qaîdeyê desthilatdariya Şamê desteser krin li ser Elewiyan komkujiyên sîstematîk pêk tînin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Eger em li dijî tiştên diqewimin dernekevin û pêşî lê negirin, li vê erdnîgariyê wê Elewîtî nemîne."
FEDA’yê bang li her kesî kir ku li dijî qirkirinê dakevin qadan û wiha domand: “Divê em piştgiriya xwe ya ji bo civaka Elewî yên Sûriyeyê bi awayekî zelaltir nîşan bidin. Em dawî ji qirkirina Elewiyên Ereb bînin. Berxwedana xweparastinê ya Elewiyan mezin bikin."