Li pêşiya NY’ê bang li jinan hate kirin ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan
Jinên ku li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî banga dîrokî ya Rêber Apo silav kirin, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bang li hemû jinan kirin ku qadan tijî bikin.
Jinên ku li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî banga dîrokî ya Rêber Apo silav kirin, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bang li hemû jinan kirin ku qadan tijî bikin.
Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê berdewamkirin, vê hefteyê Komuna Jinê ya Sema Yuce dewr girt.
Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Kurdistan û têkoşîna jinê ya cîhanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Peyama Tevgera Jinê ya Kurd a Ewropayê (TJK-E) ya ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi Fransî, Kurdî û Tirkî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jin li dijî polîtîkayên şer ên modernîteya kapîtalîst ferz dike, zexta pergala serweriya mêr û berberiya civakî bi têkoşîna azadiyê bingehên civaka demokratîk diavêjin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 8’ê Adarê bi vê wesîleyê re bi coşekî mezin pêşwazî dikin û wiha hate gotin: “Avakirina civaka demokratîk bi têkoşîna azadiya jinê re pêkan e. Jin li dijî awayê jiyana ku desthilatdariya serweriya mêr bi şer, tundî û kedxwariyê ferz dike, nûnertiya îradeya herî xurt a avakirina civakekî nû dikin. Paradîgmaya demokratîk, azadîxwaziya jinê û ekolojîk a Rêber Apo eşkere dike ku jin aktorê sereke yê civakê ne û bêyî azadiya jinan demokrasiyekî rast neyê avakirin. Bi mezinbûna têkoşîna azadiya jinê re, li Kurdistan, Rojhilatê Navîn û cîhanê dîroka jinan jinûve tê nivîsandin. Îro dîroka winda ya jinê tê zindîkirin û ji nû ve tê watedarkirin.”
Di daxuyaniyê de bang li jinan hat kirin ku ji bo mezinkirina jiyana azad û wekhev dakevin qadan.
Çalakî heta saet 17:00’an berdewam kir.