BI DÎMEN

Li Mainzê qertên 8’ê Adarê hatin belavkirin

Endamên ciwan ên DKTM'ê yên Mainzê, ji bo 8'ê Adarê qertên ku li ser wan gotinên Rêber Apo yên der barê azadiya jinê hatibû nivîsandin, li Zanîngeha Johannes Gutenberg a Mainzê belav kirin.

Ciwanên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mainz (DKTM) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Zanîngeha Johannes Gutenberg a Mainzê çalakiyek li dar xistin.

Bi armanca hay jê bûnê li kampusa zanîngehê qertên ku li ser wan gotinên Rêber Apo yên balkêş ên der barê azadiya jinê hatibûn nivîsandin, hatin belavkirin.

Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî çalakiya ciwanan dan û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” ciwanan pêşwazî kirin.