Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê nerazîbûn nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd da

Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê ji bo rewşenbîr û nivîskarên Kurd Samî Tan, Mevlût Aykoç û Ronayî Onen ên ku bi hinceta pirtûka Hînkerê hatibûn binçavkirin daxuyaniyeke nivîskî da.

Di 6’ê Adarê de nivîskarên Kurd Mevlût Aykoç, Samî Tan û Ronayî Onen di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Her sê nivîskar piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê ‘qedexeya derketina derveyî welat’ hatin berdan.

Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê, bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd da û destnîşan kir ku binçavkirin li dijî ziman, çand û hebûna gelê Kurd êrîş e.

Enstîtuya Kurdî, bibîr xist ku pirtûka Hînker beriya niha bi 15 salan hatiye amadekirin, ji bo kesên dixwazin hînê Kurdî bibin di qursan de hatiye bikar anîn û got ku bi awayekî fermî û qanûnî her kes dikare van pirtûkan bistîne.

Di daxuyaniyê de her wiha Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ya ku di 27’ê Sibatê de hat kirin jî hat bibîr xistin û hat destnîşankirin ku binçavkirinên di demeke ku hêviya aştiyê zindî dibe de tê kirin jî fikaran çêdike.

Enstîtuya Kurdî, diyar kir ku ev hewldan ne tenê êrîşa li dijî sê rewşenbîrên Kurd e, di heman demê de êrîşa li dijî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ e.

Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê, bang li desthilatdariya Tirk kir ku ji bo pêşî li êrîşên bi vî rengî yên provokatîf bên girtin, gavan bavêje. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku divê kesên dixwazin pêvajoyê sebote bikin neyên piştguh kirin û ev tişt hat gotin, “Daxwaza me ji desthilata Tirkiyê û Meclîsa Tirkiyê ew e ku ji bo pêşîgirtina li şerxwazan gavên qanûnî yên pêwîst bavêjin.”