Banga dîrokî ya Rêber Apo bi malbatên şehîdan re hate parvekirin
Li Zurîh ê Swîstreyê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) banga Rêber Apo bi malbatên şehîdan re hate parvekirin.
Li Zurîh ê Swîstreyê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) banga Rêber Apo bi malbatên şehîdan re hate parvekirin.
Bi pêşengiya KOMAW’ê li bajarê Schlieren ê Zurîhê civîn hate lidarxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Piştre jî nameya ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de di çarçoveya “Banga Civaka Demokratîk” ji raya giştî ya Ewropayê re şandibû hate xwendin. Beşdaran nameya Rêber Apo bi baldarî guhdarî kirin.
Rojnamevan û nivîskar Sefkan Kobanê weke axaftvan beşdarî civînê bû, diyar kir ku banga Rêber Apo xwedî wateyeke dîrokî ye û got, “Fikrên Rêber Apo gelê Kurd li cîhanê da naskirin. Rêber Apo şêwazek nû ya têkoşînê destnîşan kir; erka me ew e ku em vê yekê şênber bikin. Em tevgereke sosyalîst in, em di sosyalîzma reel de israr dikin.”
Kobanê bal kişand ser vîna Rêber Apo ya ji bo çareseriya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: “Niha şansê Tirkiyeyê heye ku gavekê bavêje. Eger dewleta Tirk bi rastî dixwaze pêşî li provokasyonan bigire, divê gavên aştiyane biavêje.”
Kobanê têkildarî nîqaşên li ser Rojava yên di çapemeniya Tirk de tên kirin anî ziman ku divê Şandeya Îmraliyê di daxuyaniyan de esas be û got, “Nêzîkatiya dewleta Tirk a li hemberî Rojava ne rast e. Rêbertî ji Sûriyeyê re name şandin. Rewşeke ku QSD çekên xwe deyne tine ye. Divê daxuyaniyên şandeyê rê li ber polemîkan veneke.”
Kobanê wiha domand: “Hê tiştek bi dawî nebûye, ger gav neyên avêtin wê berxwedan bidome. Tiştekî ku em winda bikin tune; berovajî vê yekê di warê dîplomasiyê de me avantajek cidî bi dest xistiye.” Her wiha gelê Kurd li ser nêzîkatiya Rêber Apo ya ‘DAIŞ li ku derê dibe bila bibe’ li herêmê berxwedaneke mezin nîşan didin.
Kobanê li ser banga Rêber Apo diyar kir ku divê her ferdek guhertin û veguhertina xwe pêk bîne û destnîşan kir ku divê hemû berpirsyarî tenê li ser milê Rêber Aponeyê hiştin û got, “Divê em hîn bêhtir têbikoşin. Ev erka bingehîn a hemû hevrêyên Rêber Apo ye.”