CÎK: Bila qet deng, dua û têkoşîna jinan kêm nebe

CÎK’ê 8’ê Adarê pîroz kir û got, “Ji bo cîhaneke hîn azadtir, bila qet deng, dua û têkoşîna jinan kêm nebe.”

8’Ê ADARÊ

Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya CÎK’ê wiha ye:

“Jin, çavkaniya jiyanê ne. Hingî ku jin heye, dad, dilovan, dilovanî û azadî jî heye. Gava ku denge jinê were qutkirin, wê wijdana civakê jî bêdeng bimîne.

Ola Îslamê, tu carî dest nade ku li ser jinê zext çebibe û her dem jinê bi rumet dike. Pêxemberê me (s.a.v), li dijî ew zîhniyeta keçikên zarok bi zindî dikirin binê axê rabû û nirx da jinê û anî ziman ku ‘Bihuşt di bin lingên dayikan da ye’.

Îro jinên Kurd, bi bawerî û têkoşînên xwe bûn sembola azadiyê û rûmeta mirovahiyê. Jin, Jiyan, Azadî ne tenê dirûşmeyek e; rastiyek e bi hezar salan berxwedanî, êş û hêvî girtine. Jinên Kurd, her tim di dîrokê de ji bo mafên xwe şer kirin. Carnan, ew bûn zanyar, carnan jî bûn şîfager û carnan ji serok.

Di 8’ê Adarê de, em têkoşîna hemû jinên kedkar ê cîhanê û bi taybet tekoşîna jinên Kurd silav dikin. Ji bo cîhaneke hîn azadtir, bila qet deng, dua û têkoşîna jinan kêm nebe.”