Nils Andersson: Abdullah Ocalan dîrokê dinivîsîne!
Teorîsyen Nils Andersson banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo nirxand û got, “Ocalan rû bi rûyê dîrokê namîne, berevajî wê dîrokê dinivîsîne; dîroka gelê Kurd dinivîsîne.”
Teorîsyen Nils Andersson banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo nirxand û got, “Ocalan rû bi rûyê dîrokê namîne, berevajî wê dîrokê dinivîsîne; dîroka gelê Kurd dinivîsîne.”
Banga dîrokî ya Rêber Apo mîna li Tirkiye û Kurdistanê, li qada navneteweyî jî deng vedide. Têkildarî girîngiya banga dîrokî ya Rêber Apo, em bi yek ji rewşenbîrên Fransayê, Teorîsyen, Edîtor û Nivîskar Nils Andersson re axivîn. Nils Andersson Rêber Apo ji nêz ve nas dike.
BANGA DÎROKÎ
Teorîsyen Nils Andersson diyar kir ku daxuyaniya Rêber Apo dîrokî ye û got, “Ev bang hem girêdayî herêmê, hem jî girêdayî dîroka dirêj a gelê Kurd e. Ev bang li gorî xisûsên ku Ocalan di pirtûkên xwe de behs dike ye. Fikrên Ocalan xwe dispêre demên cuda û diyarker ên sedsala 20 û 21’an. PKK ku Ocalan pêşeng û afirênerê wê ye, di sala 1978’an de di pêvajoya dekolonizasyonê de derket holê. Pêvajoya derketina PKK’ê, li gorî herikbariya dîrokê ya wê demê bû.”
‘OCALAN RÛ BI RÛYÊ DÎROKÊ NAMÎNE, DÎROKÊ DINIVÎSÎNE’
Nils Andersson agirbesta sala 2013’an bi bîr xist û ev tişt got: “Li gorî min di lêgerîna çareseriyê ya sala 2013’an de û îro, Ocalan her carê rû bi rûyê dîrokê namîne, berevajî wê dîrokê dinivîsîne; dîroka gelê Kurd dinivîsîne. Tişta îro jî çêdibe, ev e.
Pirsgirêka dewleta Tirk heye, pirsgirêkên ku ji aliyê Erdogan ve hatine afirandin hene. Geşedan û nediyariyên li herêmê û Sûriyeyê diqewimin, hene. Ocalan jî li bersiva hemû pirsan digere û dixwaze zemînê biafirîne. Ev banga hatî kirin, bi temamî li gorî pozîsyona îdeolojîk a Ocalan e. Îro cîhaneke nû tê afirandin.”
BANG PARÇEYEKÎ PARADÎGMAYÊ YE
Nils Andersson destnîşan kir ku demokrasî tê wateya desthilatdariya gel û got, “Tişta Ocalan û em îro lêdigerin, demokrasî ye, yanî civaka demokratîk e. Dibe gelek şêwazên demokrasiyê hebin, lê evane hemû ne demokratîk in. Lê belê demokrasî ew e ku tu hêz bidî gel. Tişta li Rojava diqewime, ev e. Ev ji bo gelê Kurd ê li Tirkiyeyê jî nêzîkatiyeke derbasdar e û projeya Ocalan jî ev e. Ocalan beriya her tiştî, dixwaze mîna li Rojava ji bo gelê Kurd ê li Tirkiyeyê jî demokrasiyê ava bike û gelên din bîne ba hev. Ji ber ku demokrasî ne tenê têkildarî meseleyên navxweyî, di heman demê de têkildarî peywendiyên bi kesên din re jî ye. Ez difikirim ku Ocalan dixwaze vê rêyê ava bike. Dibe ku ev bibe pêvajoyeke dirêj û tevilhev. Ez banga Ocalan wiha dinirxînim. Divê gel car din dengê xwe bilind bikin.
Tişta divê destpêkê were kirin ew e ku divê dawî li tundiya leşkerî û terora siyasî ya Tirkiyeyî were. Eger ji aliyê Erdogan û Tirkiyeyê ve ti gav neyên avêtin, ev rewş rêya demokrasiyê dixe xeteriyê. Berê, di sala 2013’an de pêvajo û agirbestek hebû. Lê belê Erdogan û Tirkiyeyê ev yek binpê kir. Em hîna tam nizanin Erdogan wê bersiva bangê bide yan na. Ji bo pêvajo bi ser bikeve, divê dewlet gav bavêje.”
‘PKK JI RÊXISTINA ÇEKDARÎ WÊDETIR E’
Nils Andersson bilêv kir ku dîroka têkoşîna siyasî didome û wiha pêde çû: “Nasnameya Kurdan û bûyîna PKK’ê ya meseleyek bîrdozî û siyasî didome. Bêgûman mafên Kurdan ên demokratîk, siyasî û çandî hene. Divê rêz li hemberî van were nîşandan. Ku wisa nebe demokrasî çênabe. Demokrasî di heman demê de tê wateya bi şêwazekî guncaw mafê Kurdan bi zagonî were naskirin. Ev pêvajoyekî muzakereyê ye, heger ev bang bersiv nebîne wê dubare xitimandinek were jiyandin.
Dibe ku îro çek berdana PKK’ê were nîqaşkirin. Lê vîzyonekî PKK’ê û pêşengên wê hene. Lewre xebat û berhemên Ocalan, ji bo gel bi hev re bijîn fikrên wî, encex di pergalekî ku quralên demokrasiyê pêk werin de gengaz e.
PKK tenê rêxistineke çekdarî nîne. Di heman demê de doza Kurd, temsîl dike. Ji ber vê mesele tenê çek berdan nîne. Divê ev têkoşîn di qadên siyasî û dîplomatîk de were domandin. Em li vir behsa dîplomasiya muzakereyê dikin. Ocalan ne tenê PKK’ê, dixwaze hêza li hemberî xwe jî bigûherîne.
‘OCALAN DIXWAZE REJÎME BIGUHERÎNE Û VEGUHERÎNE’
Heger rejîm neçe guhertinê, demokrasî çênabe. Divê mirov careke din bêje ku nota Ocalan pir girîng e. Banga Ocalan gavekî bi wêrek e. Niha tenê herêm na, hemû cîhan di nav bêîstîkrariyê de ye. Yek jî ev pirsgirêk tenê pirsgirêkek herêmî nîne, di heman demê de em di serdema krîzeke kurevî de ne.
Ji ber vê parastina demokrasî û mafê gelan di asta jiyanî de girîngî dihewîne û cewhera bangê jî ev e. Tenê ji rêgezên xwe re girêdayî mayîn têrê nake, di qadê de divê bi biryarên şênber bersiv were dayîn. Di navbera aliyan de biryarên şênber girtin, ji bo ev bang jiyanî bibe girîng e. Girîngî û pêşeroja banga Ocalan jî di vir de ye. ev bûyerek mezin e. Tenê dîrok nivîsandin têrê nake, divê dema dîrok were nivîsandin ev gav bibin projeyek şênber.
Di lîsteya terorê de heyîna PKK’ê li hemberî tevgera Kurd tewanbariyek ne di cih de ye. Di rastî de yê terorîst Tirkiye ye. Yê ku li hemberî gelê Kurd teror pêk tîne dewleta Tirk bixwe ye.”
‘DIVÊ OCALAN BI AWAYEK AZAD TEVLÎ MUZAKEREYAN BIBE’
Nils Andersson di dawî de ev tişt got: “Heger hûn dirûst bin, hûn nikarin bi kesekî ku di girtîgehê de ye re muzakere bikin. Divê Ocalan bi awayek azad tevlî muzakerayan bibe. Ji bo pêvajo bigihîje serkeftinê ev pêwîst e. Divê Ocalan serbest were berdan. Heger armanc pêvajoyek jidil be, ev pêdiviyeke demokrasiyê ye.”