Li Berlînê banga Rêber Apo ya "Aştî û Civaka Demokratîk" hate nîqaşkirin
Li paytexta Elmanya Berlînê Hevserokê KCDK-E Engîn Sever û endamê MAF-DAD'ê parêzer Rengîn Ergul civîneke girseyî ya gel hate lidarxistin.
Li paytexta Elmanya Berlînê Hevserokê KCDK-E Engîn Sever û endamê MAF-DAD'ê parêzer Rengîn Ergul civîneke girseyî ya gel hate lidarxistin.
Bi pêşengiya Meclisa Jinê ya Dest Dan-Hêvî û Nav Berlînê li Navenda Civaka Demokratîk civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de geşedanên dawî yên li ser banga Rêber Apo ya bi navê "Aştî û Civaka Demokratîk" û agirbestê hatin nîqaşkirin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştre Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz axivî û diyar kir ku divê li gorî banga Rêber Apo çalakî bên lidarxistin.
Hevserokê KCDK-E Engîn Sever diyar kir ku hêzên mêtinger hewl didin polîtîkayên xwe yên sed sal berê ji nû ve zindî bikin û da zanîn ku Rojava di vê pêvajoyê de bi êrîşên mezin re rû bi rû ye û wiha got: “Şerê berjewendiyên dewletan bi taybetî bi zext û komkujiyên li ser jinan derdikeve holê. Li ser vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di daxuyaniya xwe ya 27'ê Sibatê de careke din bal kişand ser girîngiya aştiyê. Birêz Ocalan doza jiyaneke bi rûmet û jiyana bihevre ya hemû baweriyan dike. Di vê çarçoveyê de erkên dikeve ser milên Kurdên li Ewroapyê mezin e.”
‘BANGA OCALAN DESTPÊKEK NÛ YE’
Sever bal kişand ser peyama Rêber Apo ya ji bo Rojava û banga "Di rêveberiya Sûriyeyê de cih bigirin û rêxistinbûna xwe mezin bikin" bi bîr xist. Sever da zanîn ku bi nêzîkbûna 21'ê Adarê Newrozê re dibe ku daxuyaniyên girîng bên dayîn û got, "Banga Ocalan ne dawî, destpêkek nû ye."
‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BERFIREH DIBE’
Endama MAF-DAD'ê parêzer Rengîn Ergul diyar kir ku ji bo Rêber Apo qanûnên taybet hatine derxistin û sîstema girtîgehê ya tecrîdê ya li Îmraliyê hatiye avakirin, îro li tevahiya welat belav bûye û got, “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo naskirina 'Mafê Hêviyê' yê Tirkiyeyê biryar girt; berevajî vê wê ceza bikeve meriyetê. Tirkiye dibêje ku li hember vê yekê xwe ji bo reformeke nû ya dadweriyê amade dike, lê hê geşedaneke berbiçav çênebûye.”
‘DI NEWROZÊ WÊ PÊŞKETINÊN MEZIN DERKEVIN HOLÊ’
Beşdaran nêrîn û pirsên xwe yên têkildarî agirbestê û banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” parve kirin. Civîn bi xwarina fitarê û peyama, "Em ê hemû berpirsyariyên xwe yên ji bo serkeftina pêvajoya nû bi cih bînin" bi dawî bû.