BI DÎMEN

Şehîdên Heftanînê li Zurihê hatin bibîranîn

Gerîlayên HPG’ê Axîn Cûdî, Dilovan Avzem, Zozan Rûken û Avzem Cûdî yên di 29’ê Cotmeha 2024’an de li Heftanînê şehîd bûbûn, li Zurihê hatin bibîranîn.

Gerîlayên HPG’ê Axîn Cûdî (Halîme Kaya), Dilovan Avzem (Mehmet Înan Mîntaş), Zozan Rûken (Çîgdem Kurt) û Avzem Cûdî (Azîme Kabûl) yên di 29’ê Cotmeha 2024’an de li Heftanînê şehîd bûbûn, li Zurihê hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya KOMAV û malbata Axîn Cûdî ve hat lidarxistin.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de ewilî li ser navê KOMAV’ê Mûstafa Karahan axivî û got: “Em di pêvajoyek girîng re derbas dibin. Bi banga Rêber Apo re em ketin serdemek nû. Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin û bîranînên şehîdên xwe bidin jiyîn.”

Malbata Axîn Cûdî jî axaftinek kurt kir û got: “Em ê xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derkevin.”

Di bîranînê de nivîskar Sefkan Kobanê jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Kobanê anî ziman ku dema em dibêjin “Jina azad” ev bi saya têkoşîna Şehîd Axîn e.

Piştî axaftina li ser têkoşîn û jiyana şehîdan sînevîzyon hat pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Malbata Axîn Cûdî heta saetên şevê sersaxî qebûl kirin.