Li bajarê Kiel ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclisa Gelê Kurd civîneke girseyî hate lidarxistin. Di civînê de li ser geşedanên siyasî û civakî yên li herêmê nirxandin hatin kirin û bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê girîngiya têkoşîna jinê hate destnîşankirin.
“AZADIYA RÊBERIYÊ MISOGERIYA AŞTIYÊ YE”
Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça di civînê de axivî û diyar kir ku siyaseta demokratîk bi hêza gel dikare bi ser bikeve û got, "Li gorî perspektîfa Abdullah Ocalan divê gelê Kurd ne tenê bi nasnameya xwe, di heman demê de bi rola aktîf a di siyaseta demokratîk de pêşeroja xwe ava bike." Akça destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde girîng e û wiha domand: "Azadiya wî temînata aştî û siberoja demokratîk e."
Parlamentera berê ya HDP’ê Fatma Kûrtûlan jî got, “Azadiya jinê azadiya civakê ye.” Fatma Kûrtûlan anî ziman ku nêrînên Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinê çavkaniya motîvasyonê ye. Kurtalan diyar kir ku modela xweseriya demokratîk a li Rojava tê meşandin, di warê xurtkirina rêveberiyên herêmî û misogerkirina xwerêveberiya gel de mînakeke girîng e.
Li bajarê Fribourg ê Swîsreyê bi pêşengiya Meclisa Gel a Fribourgê, Meclisa Jinê ya Nûda û KOMAW’ê civînek hat lidarxistin. Civîna ku malbatên şehîdan û xebatkarên meclisê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Piştre têkildarî pêvajoya ku bi banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê pêş ket de nirxandineke berfireh hate kirin.
Beşdaran bal kişandin ser pêngava Rêber Apo ya aştî û demokrasiyê û diyar kirin ku divê li hemberî hewldanên dewleta Tirk ên bi propagandaya şerê taybet vê pêvajoyê weke “teslîmbûn” nîşan dide, hişyar bin. Di civînê de hat destnîşankirin ku "Pêvajoya aştî û demokrasiyê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, wê têkoşîna gelê Kurd bi serketineke mutleq tacîdar bike."
Civîn bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namîrîn” û xwarina fitarê bi dawî bû.
PARÊZERÊ RÊBER APO LI SER PÊVAJOYÊ NIRXANDIN KIR
Civîna gel a li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê bi beşdariya parêzerê Rêber Apo Omer Guneş pêk hat. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir. Parêzer Omer Guneş têkildarî pêvajoya nû de nirxandinên girîng kirin.
Parêzer Guneş diyar kir ku pêvajoya ku nû hatiye destpêkirin ji bo siberoja gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê qonaxeke krîtîk e û got, "Di vê pêvajoya guhertin û veguhertinê de, bi piştgiriya gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê afirandina raya giştî ya xurt girîng e."
Omer Guneş girîngiya dîrokî ya perspektîfa aştiyê ya Rêber Apo bi bîr xist û diyar kir ku ev pêvajo dikare bi beşdariyeke bi berpirsyarî û bi biryar veguhere guhertineke xurt a demokratîk. Civîn bi pirs û nirxandinên beşdaran bi dawî bû.