Ji ber bahoza Phanfone ya Fîlîpînê bi kêmanî 16 kes mirin

Bahoza Phanfone ya beriya Noelê li Fîlîpînê da, bû sedema mirina bi kêmanî 16 kesî.

Bahoza ku leza wê di saetekê de xwe li 200’î da, roja Çarşemê rê li ber ziyanên mezin vekiribû. Cihê ku bahoz lê da, mal hilweşiyan, dîrekên elektirîkê ketin erdê.

Li gorî Meqamê Rêveberiya Karesatan li herêma Vîsayas a navendê li bajar û gundan bi kêmanî 16 kes mirine.

Ji ber bahozê xetên înternet, telefonê qût bûn. Ji ber vê yekê têkildarî ziyanên li herêmê agahiyên baş nayên bidestxistin. Ziyanên mezin gihişte balafirgeha Kalîbo, gelek kes asê man. Bi deh hezaran kes neçar man ku malên xwe bi terikînin.

Bahoza Haiyan a ji bahoza Phanfone hê bihêztire li pey şopa wê dihat. Haiyan a di sala 2013’an de li welat pêk hat bû sedema ziyaneke herî mezin a li welat û bû yek ji bahozên herî mezin a li welat. Vê bahozê rê li ber mirina 7 hezar û 300 kesî vekir.

Li Fîlîpînê hema bêje salê bi kêmanî 20 bahoz radibin. Ji ber bahoza Kammûrî ya serê meha Kanûnê pêk hat, bi kêmanî 13 kes mirin.