CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Ji ciwanên enternasyonalîst dîmenê ekolojiyê
Komîteya Amadekar a Festîvala Ciwanan a Enternasyonalîst der barê têkoşîna ekolojiyê de dîmenek weşand. -
Di nava xwarina pitikan de rêjeyeke zêde ya şekir heye!
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku di nava xwarina pitikan de ya li gelemperiya dinyayê tê amadekirin û firotin, rêjeya şekir gelekî zêde ye ku dikare ji bo tenduristiyê metirsîdar be. -
Ji ber baranên muson ên li Asyaya Başûr 130 kes mirin
Ji ber baranên musonên ên li gelemperiya Asyaya Başûr nêzî 130 kes mirin. -
Li Hindistanê û Nepalê lêhî rabû
Ji ber lêhiya li Hindistan û Nepalê bi sedan kes hatin veguhestin. Li Nepalê bi kêmanî 17 kes mirin. -
Destûr nehate dayîn ku gel û parlementer biçin Heskîfê
Heyeta HDP’ê ji bo protestokirina Bendava Ilisûyê xwestin biçin gund lê pêşiya wan hate birîn û destûr nehate dayîn ku heyet biçe gund. -
DÎSA-DER bang li gel kir ku tevlî xebatên zimên bibe
Li Wanê piştî ku Kurdî-Der bi BHQ'ê hate girtin, li Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê (DÎSA-DER) di salekê de 500 kesî perwerdehiya zimên stand. -
Ji bo Heskîfê wê ji 20 welatan banga çalakiyan bê kirin
Sê tevgerên derdorparêz li dijî projeya HRS û Bendava Ilisû ya ku wê Geliyê Dicle û Heskîfê bihêle di bin avê de li nêzî 20 welatan wê ji bo Heskîfê 13-14’ê Tîrmehê banga çalakiyan bikin. -
Bi zêdebûna nifûsa dinyayê re pêwîstiya bi xurekê jî zêde dibe
Bi zêdebûna nifûsa dinyayê re daxwaza ji bo xurekê jî zêde dibe. Fikar hene ku bi zêdebûna hilberîna çandiniyê re zerareke giran li hawirdor û avhewayê bê kirin. -
Ji ber lêhiya li Hindistanê jiyan rawestiya
Ji ber barana Mûson a li eyaleta Assam a dikeve bakurê rojhilatê Hindistanê lêhî rabû, 3 kes mirin, bandor li 400 hezar kesî bûn. -
Li Yewnanistanê bager rabû: 7 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn
Ji ber bahoz û teyroka li Halkîdîkî ya herêma geştê ya dikeve bakurê Yewnanistanê, bi kêmanî 7 kes birin, 23 kes jî birîndar bûn. -
Li Parîsê ji bo avhewayê rewşa derasayî hate ragihandin
Piştî gelek bajarên li pêş ên cîhanê li Parîsê jî, ku li Fransayê bajarê ku hewaya pir gemarî ye, ji bo avhewayê rewşa derasayî hate ragihandin. -
'Heskîf di bin avê de bimîne wê mirovahî bifetise'
Ekolojîst Guner Yanliç li ser talankirin û wêrankirina warê dîrokî Heskîfê axivî û diyar kir ku bi rêbaza bendavê dixwazin Heskîfê bê nasname bihêlin. Yanliç destnîşan kir, eger Heskîf di bin avê de bimîne wê mirovahî bifetise û banga xwedîderketinê kir. -
Fransiyan û Kurdan alîkariya însanî ji Lavrioyê re şandin
Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê, sendîkaya karkeran CGT û Roja Sor ji bo penaberên Kurd ên li kampa Lavrio ya li Yewnanîstanê alîkariya xurekê ya ji 43 tonî kirin. -
Pirtûka der barê qirkirina Êzidiyan '97 Ferman'
Nivîskarên Kurd Ahmet Tîgrîs û Rojîn Zarg du salan dîrok, çand, kevneşopî, ola Êzidiyan û qirkirina li dijî wan hate kirin lêkolîn kirin û bi navê "97 ferman" kirin pirtûk. -
Sîstema hevserokatiyê mifteya civakeke demokratîk e
Civakbûn hêdî hêdî ber bi windabûnê ve diçe û di nav tarîtiyekê de diçe. Ji ber wê jî sîstema hevserokatî weke tîrejekî ji ronahiyê bê civakê me ronî dike. -
Bi atolyeyên hunerê re çanda Ereban li hember asîmîlasyonê li ber xwe dide
Navenda Hunerê ya Ehlîddar weke yek ji navendên çand û hunerê yên herî kevin ên Antakyayê, bi atolyeyên xwe yên hatine nûkirin jiyandina hunera zimanê Erebî û neqilkirina nifşên ciwan didomîne. -
‘Ji bo parastina Heskîfê ne dereng e’
Koordînasyona Heskîfê bi gotina ‘Ji bo parastina Heskîfê ne dereng e’ bang li raya giştî kir. -
Talana li Amazonên Brezîlyayê mezin dibe
Li Daristanên Amazonê ku weke pişika dinyayê tên binavkirin, talana daran didome. Di nava salekê de qadeke ji pênc hezar kîlometreçargoşeyî ji holê hate rakirin. -
Li rojavayê Elmanyayê yekemcar hikumet bi Partiya Çep ava bû
Li Eyaleta Bremenê sosyal demokrat, Partiya Çep û Partiya Keskan hikumeteke koalîsyonê ava kirin. Bi vî rengî yekemcar wê li eyaleteke li rojavayê Elmanyayê Partiya Çep di nava hikumetê de hebe. -
Wênevaneke ku li welatê xwe koçber e
Wênevan Xezal Luftî anî ziman ku malbata wê ji ber zextên dewleta Îranê hat Başûrê Kurdistanê û got, "Em Kurd in, Kurdistanî ne, ji parçeyekî Kurdistanê derbasî parçeyekî din bûne, lê belê mîna ku em koçber in nêzî me dibin." -
Ji ber germaniya gerdûnî wê deverên çandiniyê tine bibin!
Li gel germbûna gerdûnî, li gelemperiya cîhanê hişyariya heta 2030’ê wê qadên kar ên 80 milyonî tine bibin hate kirin. -
Li Fransayê festîvala li ser berxwedana jinê hate lidarxistin
Di 28, 29 û 30’ê Hezîranê de li gundê Sallians ê li başûrê Fransayê Festîvala L’Allîmette festîvala li ser berxwedana jinê hate lidarxistin. -
Xelat ji sewalkarên ku tehdeyê li heywanan nakin hate dayin
Pêşbirkeke xelatê ku saziya bi navê Compassion in World Farming (CIWF) pêk tîne, nîşan dide ku heywanên ji bo goşt, şîr an jî hêka wan tên xwedîkirin, bêyî ku êşkence li wan bê kirin jî mirov dikarin jê sûdê werbigirin. -
Li Katalonyayê şewata herî mezin a 20 salên dawîn
Şewata li herêma Katalonyayê ya ku li bakurê rojhilatê Îspanyayê ye didome. 5550 hektar qad bûn xwelî û tê diyarkirin ku ji ber şewatê dibe ku 20 hezar hektar jî bibe xwelî. -
Xwegirî (selfîe) ji êrîşên semasî 5 caran bêhtir dikuje
Li gorî lêkolînekê xwegirî ji êrîşên semasî 5 caran zêdetir dibe sedema mirinan.