Li Cakarta şape rabû, 53 kes mirin

Li paytexta Endonezyayê Cakartayê şape rabû, erd şeqitî û 53 kes mirin.

Bîlançoya şapeyê ya ku dawiya salê li Cakartayê çêbû girantir bû.

Li gorî agahiyên ku rayedaran dane 53 kes mirine û her wiha 175 hezar kes ji bêgavî malên xwe hiştin. Ji ber bobelatê li gelek deverên paytextê elektrîk qut bû. Li Cakarta û derdora wê li derdora 30 milyon kes dijî.

Ajansa meteorolojî û jeofizîkê ya Endonezyayê ragihand ji ber ku guherîna avûhewayê rîska şertên hewayî giran dike, şiliya zêde dibe ku heta nîvê Sibatê jî bidome û 11 û 15'ê Çile şilî wê pir zêde bibe.