Li Filîpînan 50 kes ji ber teyfûnê mirin

Li Filîpînan roja Noelê tayfûna Phanfone çêbû û heta niha ji ber tayfûnê kesên ku mirine bûne 50 kes.

Rayedaran bîlançoyeke nû derbarê tayfûnê dan. Tayfûn a bi ba û barana xurt gelek avahî dane erdê, tayfûnê bandor li ser 2 milyon kes kir. Tayfûnê herî pir giravên Visayasê da ber xwe.

Li gorî rayedaran bi kêmanî 50 kes mirin, ji bo 5 kesên ku beriya niha bi heftiyekê winda bûbûn xebat didomin. Di tayfûnê de 143 kes birîndar bBûn. Beriya niha hatibû gotin 41 kes mirine.

Hate diyarkirin bi kêmanî 80 hezar kes li navendên strareyên lezgîn dimînin û wê sala nû li van deran derbas bikin. Ev jî nîşan dide bê ka ziyana tayfûnê çendî girane.