Ji ber şewata li Evûstralyayê 500 milyon heywan mirin-NÛ BÛ

Ji ber şewata daristanan a li Evûstralyayê, nîv mîlyar heywan mirin. Tê diyarkirin dibe ku qira hin heywanan were.

Ji ber şewata daristanan tê payin ku gelek bajar werin valakirin. Li gorî texmînan wê germahî di roja Şemiyê de gelekî zêde bibe.

Ji meha Îlonê û heta niha 18 kes ji ber şewatê mirin.

Li gorî nûçeyeke malpera News.com’ê pisporên Zanîngeha Sydneyê diyar kirine ji destpêka şewatê û heta niha 500 milyon heywan mirine.

Herî zêde koala şewitîne. Ji ber ku hêdî tevdigerin nikarin xwe ji şewatê biparêzin.

Li Gallera Başûr 28 hezar koala hene û 30 ji sedî jîngeha koalayan bûye xwelî. Tê diyarkirin ku 8 hezar koala di şewatê de mirine.

Tê diyarkirin ku bîlançoya mirina heywanan wê girantir bibe.