HDP'ê cejna Êzî pîroz kir

Hevberdevkê Komîsyona Baweriyan û Gelan a HDP'ê Nîmetûllah Erdogmûş cejna Êzî pîroz kir.

Hevberdevkê Komîsyona Baweriyan û Gelan a HDP'ê Nîmetûllah Erdogmûş daxuyaniyek weşand û cejna Êzî ya civaka Êzidî pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku civaka Êzidî bi salan neçar man ku cejna xwe dûrî welat li deverên cuda yên dinyayê pîroz bike û hate gotin, "Ji ber êrişa DAÎŞ'ê ya 3'ê Tebaxa 2014'an a li Şengalê Êzidiyên ku neçar man koçî Rojava, Tirkiye û Ewropayê bikin îsal nekarîn Cejna Êzî li xaka xwe pîroz bikin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dinyayê hemûyî komkujiya ku di sala 2014'an de li Şengalê hate kirin weke 'qirkirinê qebûl kir'. Lê belê Tirkiyeyê hîn jî ev komkujî weke qirkirinê qebûl nekiriye. Divê Tirkiye tavilê dawî li polîtîkayên xwe yên dijminatiya li Kurdan bîne û hem aştiya navxweyî hem jî ji bo aştiya herêmî berpirsyariyên xwe pêk bîne."