TAJÊ cejna rojiyên Êzî pîroz kir

TAJÊ Cejna Êzî pîroz kir û diyar kir, "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em îro dikarin bi rengekî azad cejnên xwe pîroz bikin."

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya cejna Êzî peyamek weşand.

Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:

"Em weke Tevgera Azadiya Jinên Ezidî TAJÊ cejna rojiyên Êzî li tevahiya gelê Êzidî û jinên Êzidî yên li welat û derveyî welat pîroz dikin. Bi saya fikir û felsefaya Rêber APO em îro dikarin bi rengekî azad li ser axa xwe cejnên xwe pîroz bikin. Em ji Şengalê heya girava Îmraliyê silav û heskirinê xwe ji Rêber APO re dişinin û vê cejnê li Rêber APO pîroz dikin. Di dîrokê de heya roja me ya îro dijmin her tim bi ferman û qetlîama hewil daya ku çande kevnar ya pîroz tina bike. Lê her tim gel bi berxwedanê hewildanên dijmiin têk birin, çand û baweriya xwe ya  kevnar ya Êzidxanê parastin. Rûxmî 74 fermana gelê Êzidî dev ji çand û baweriya xwe  bernedaye."

TAJÊ destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Êzidiyên li Rojavayê Kurdistanê dewama fermana 74'an e û ragihand, "Hovîtî û qirkirina Dewlata Tirk ya faşist li ser Êzidiyên li Efrîn û Serê Kaniyê hiştiye ku gel ji warê xwe koçber bibe û di zor û zehmetiyê de cejna xwe pîroz bikin. Em weke Tevgera Azadiya jinên Ezidî TAJÊ berxwedana  gelê Rojava bi taybat ya Êzidiyên li Efrîn û Serê Kaniyê pîroz dikin.  Em bi hêvî ne ku ev cejin bibe wesîleya yekîtî û tifaqa civaka Ezidî û bi taybet tifaqa Jinên Êzîdî. Em carekî din cejna tevahiya civaka Ezidî pîroz dikin û bang li gelê Ezidî dikin ku li hev bibin xwedî û yekîtiya xwe ava bikin."