Li Colemêrgê komkujiya mêşên hingiv

Ji ber şerê li Bakurê Kurdistanê heyî û bikaranîna çekên kîmyevî yên ji aliyê dewleta Tirk bi mîlyonan mêşên hingiv mirine.

Mêşvanên Colemêrgê û navçeyên herêmê dibêjin ji ber şerê ku didome û bikaranîna çekên kîmyevî li herêmên çiyayî bi milyonan mêşên hingiv mirine û ew du sal in ku ti sûdek ji mêşvaniyê bi dest nexistine û zirar kirine.

Li çiya, dol û zozanên Colemêrg, Wan, Agirî, Bedlîs û bajarên din bi sedan ajalên kovî û cureyên giyayan hene. Li bajarên Bakurê Kurdistanê ku xwedî xwezayekî dewlemend in, mêşvanî yek ji wan çavkaniyên debara jiyanî ya gel e. Li gel gelê herêmê, bi sedan mêşvan ji Ordu, Gûmûşhane, Rîze û bajarên din ên Tirkiyê têne bajarên Kurdistanê. Hingiva ku ji hezaran cureyên giya yên taybetin bi erdnîgariya Colemêrg, Wan û Bedlîsê tê bi destxistin, hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyê tê tercîhkirin. Di wan du salên dawî de êdî hatî rewşekî ku kes nikare mêşvaniyê bike. Deket holê ku di nava du salên dawî de li Colemêrgê û gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi milyonan mêşên hingiv mirine. Yên li navçeyên herêmê mêşvaniyê dikin dibêjin ku zirar kirine.

Welatiyek ji navçeya Şemzînan a Colemêrgê ku karê mêşvaniyê dike diyar kir ku bi hezaran mêşên wî mirine û nêzî du salin ku ti dahatekî wî nebûye. Mêşvan wiha axivî: “Hingiva Şemzînan pêşvaziyekî mezin didît lê ew du salên dawî ne ku mêşên me bi carekî we dimirin. Me zirarekî pir mezin dît. Ji ber mirina mêşan, hem par û hem jî îsal berhem me nekarî hingiv berhem bînin. Em bombeyên ku li çiyayan têne bikaranîn weke sedema mirina mêşan dizanin. Ronîkirinekî din ji bo mirina yekcarî a mêşan tineye.”