Şewata li Ewûstûralyayê her diçe belav dibe

Ji ber şewata li eyaleta Vîctorîa ya dikeve başûrê rojhilatê Ewrûstûralyayê ji bo 30 hezar tûrîst û xwecihiyên herêmê fermana veguhestinê hate dayîn.

Ji ber germanî û hewaya zêde ya li welat şewata daristanan her diçe belav dibe. Rayedaran ji 30 hezar kesî xwestin ku herêma East Gîppslandê biterikînin. Ev herêmê bi qasî nîva Belçîkayê ye.

Rayedarên herêmî bi daxuyaniyeke nivîskî ev got: “Şewat wê belavî qadeke mezin bibin.”

Pileya germaniyê xwe li 40 pileyî daye, li bende ye ku bayek bi hêz li Melbûornoyê pêk bê. Dîsa li 9 bajarên Vîctorîa metirsiya şewatê di asta herî jor de heye.

Komîserê rêveberiya rewşa lezbîn a Vîcotrîa Andrew Crîsp diyar kir ku hê jî li herêmê mirov hene, hişyariya dibe ku asê bimînin jî da. Crîsp got: “Ji bo derketinê êdî pir direng e”, tîmên alîkariya destpêkê jî nikarin xwe bigihînin wan.

Yenî Guney Galler a yek ji cihê herî zêde şewatê lê bandor kir li bendê ye ku rojên bê rewşa hewayê hê xirabtir bibe. Hê jî sibeha Duşemê li 100 nuqtean şewat heye.Nêzî 40 şewatên li eyalete hê nehatine kontrolkirin.