KNK: Cejna Êzî pîroz be

Konseya Rêveber a KNK'ê Cejna Êzî pîroz kir û bi wesîleya cejnê ji bo avakirina Şengalê bang kir.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya Cejna Êzî peyamek weşand.

Di peyamê de hate bibîrxistin ku Cejna Êzî cejna avakirinê ye û hate gotin, "Berî her tiştî em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan - KNK, Cejna Êzî di serî de li Civaka Êzdiyan, li Gelên Kurdistanê û tevayî Mirovahiyê pîroz dikin. Her weha em hêvidar in ev cejn bibe wesîleya aştî, azadî û biratiya gelan."

Peyama KNK'ê wiha ye:

"Cejn di nava hemû baweriyan de xwedî cihekî watedar in. Cejnên Êzdiyan jî xwedî dîrokeke kevnar in. Dema mirov li dîrok û naveroka van Cejnan dinêre, jiyaneke nû û pîroziyan têde dibîne. Divê em Cejna Êzî, weke kevneşopiya xwedî derketina bawerî û ҫanda welatê xwe bibînin.

Pîroziya van cejnan di dema îro de, ji her wextî bêhtir, ji bo bawerî û ҫanda Êzdiyatiyê hê watedar e. Ji ber ku ev ҫanda qedîm bi her awayî di bin metisîyeke mezin de ye. Girîng e civaka kurdên Êzdî û bi taybetî Êzdiyên derveyî welat, bawerî û çanda xwe biparêzin û xwedî lê derkevin.

Çar sal pêş niha bi berxwedaneke mezin, Şengal hate azadkirin. Ew êşa mezin ya Fermana 73. hinek be jî hate kêmkirin. Lê mixabin koçberên Şengalê heta niha jî, bi temamî venegerîne ser axa xwe û weke tê xwestin Şengal nehatiye avakirin. Pêwîste rewşa Şengalê bi awayekî teybet û hesas bê nirxandin. Parastin û avakirina Şengalê wezîfa hemî hêzên Kurdistanî ye. Pêwîste xelkê Şengalê yê koçber bizivire ser axa xwe. Niha dem dema vegera welate, dem dema avakirina Şengalê ye. Tê xwestin û pêwîste nasmeya Êzidîtahîyê li Şengalê bê parastin, pêwîste gelê me yê Êzidî, bi awayeke xweser, ew xwe bi xwe rêve bibin.

Li ser vî esasî em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistan, bang li Gelê Kurdistanê, Civaka Êzdî û Dostên Gelê me dikin, werin em bi hevre Şengalê ava bikin û bibin alîkar ku gelê me yê Êzidî bizivire ser axa xwe.

Bi van hêvîyan em cardin, Cejna Êzî li Civaka Êzdiyan û tevahiya Mirovahiyê pîroz dikin."