Trajediya zarokên bi rengê kurhilî, keçhilî anîne Swêdê

Zarokên ku di temenê biçûk de bi rengê kurhilî, keçhilî  anîne Swêdê û bi çanda Swêdê mezin bûne, her ku dinyayê fêhm dikin bêhtir pê dihesin ku ne Swêdî ne û ji ber nêzîkatiyên nîjadperestî û dijminatiya li biyaniyan tengav dibin.

Swêd welateke ku 10 milyon nifûsa xwe heye û li gorî nifûsa xwe welatê herî zêde li dinyayê zarok bi rengê kurhilî û keçhilî vehewandiye.

Ji sala 1957'an û vir ve 10 hezar jê ji Başûrê Koreyê zêdeyî 60 hezar zarok ji malbatên xizan ên gelên Hindistan, Kolombiya, Çîn, Srî Lanka, Şîlî û Taylandê di temenekî biçûk de bi rengê kurhilî û keçhilî radestî malbatên Swêdî hatin kirin.

Hin ji zarokên ku anîne Swêdê, dema ku dinyayê nas dikin tevî baş bi Swêdî zanin û li gorî çanda Swêdê mezin bûne, fêhm dikin ku ew cuda ne û dema temenê wan mezintir dibe ji ber nêzîkatiyên cihêkariyê û nîjadperestiyê tengav dibin.

Saziya Tenduristiya Civakî û Enstîtuya Karolînska ya Stockholmê li ser 11 hezar û 320 zarokên di salên 1970'î de weke kurhilî û keçhilî anîn Swêdê lêkolîn kir. Daneyên bi dest xist jî bi yên 853 hezar û 419 zarokên Swêdî re anîn ber hev.

RÎSKA XWEKUŞTINÊ BI SÊ QATÎ ZÊDETIRE

Li gorî encaman, zarokên bi rengê kurhilî û keçhilî anîne Swêdê li gorî zarokên li Swêdê ji dayik bûne bi 3,2 qatî zêdetir meyla wan a xwehitinê heye. Her wiha rîska bikaranîna narkotîkê li gorî zarokên Swêdî bi 5,2 qatî, rîska bikaranîna alkolê jî bi 2,6 qatî zêdetire.

Jinên bi rengê keçhilî hatin anîn rîska xwekuştinê ji ya mêran zêdetir xuya dike.

Johanna Sûh a ji Koreya Başûr di sala 1989'an de ji aliyê malbateke Swêdî ve dema ku ew 5 mehî bû weke keçhilî anîn Swêdê.

Sûh ku xwe sosyalîst pênase dike, tevlî xwepêşandanên li dijî Nazî û nîjadperestiyê dibe, beşdarî çalakiyên Kurdan, Îraniyan, Latîn Amerîkiyan dibe.

Her wiha bi pankartên ku bi xwe amade kiriye tevlî çalakiyên piştgiriya ji bo Rojava bû. Sûh qala jiyana xwe kir.

ZAROKÊN MALBATÊN XIZAN DIKIN KURHILÎ Û KEÇHILÎ

Sûh anî ziman ku agahiyên wê yên der barê rastiya xwe de tenê belgeya keçhilî ye û diyar kir, belge nîşan didin ku ew li bajarê Pûsanê yê li başûrê Koreya Başûr ji dayik bûye, hîn du rojî bû ew li navenda keçhilîkirinê ya li Seûlê hate bicihkirin.

Sûh ragihand ku di belgeyan de navê dayik û bavê wê yên biyolojîk dinivîsîne, li şûna îmzeyan şopa tiliyên wan hene, lewma ji vê fêhm dike ku bi xwendin û nivîsandinê nizanin û ji ber ku xizanin ew bi rengê keçhilî radest kirine.

Sûh qala zor û zehmetiyê ku li Swêdê di zarokatiyê de derketin pêşiya wê kir:

"Malbata min ji bo bi çanda Swêdê mezin bibim û mîna Swêdiyekê bim her tişt kir. Lê belê hîn ji zarokatiyê ve ji ber reng û şeklê min min timî xwe di nava pez de weke mihî ya reş didît. Li bakurê Swêdê li Kalîxê dema ku em derdiketin derve her kes bi rengekî ecêb li min dinêrî. Dema ku ji bo lîstikê dadiketim parkê hin zarokan ji ber rengê çermê min digot, 'zaroka pîsî'. Bi vî rengî min bi hêrs dikirin. Ji ber ku ew jî zerik bûn min jî ji wan re digot 'zarokên mîzê' û ew hêrs dikir. Li kreşê zarokan jî çavên xwe biçûk dikirin û bi vî rengî henekê xwe bi min dikirin. Min jî hîn bêhtir çavên xwe biçûk dikir û heta ku henekê xwe nekin bersiv dida wan."

Sûh ragihand ku dema bû 20 salî wê nîjadperestî û dijminatiya li biyaniyan baş fêhm kir û got, "Li Osloyê li restoranta ku dixebitîm piraniya hevalên min ên kar li şûna ku bi navê min bang li min bikin digotin 'Çîn Çong'. Carna ev yek li pêşiya muşteriyan jî dikirin. Li cihê kar hin nîjadperest hebûn ku digotin ew ji reşikan aciz in. Min nekarî hîn bêhtir îdare bike û dest ji kar berda."

Sûh destnîşan kir ku partiyên nîjadperest û dijminên biyaniyan dixwazin zarokên kurhilî û keçhilî ji bo nêrînên xwe yên li dijî koçberan bikin çavkaniyek.

Sûh anî ziman ku zarokên kurhilî û keçhilî di nava trajediyên mezin de ne û got, "Eger yek ji min bipirse ku dixwaze ji welatekî cuda keçhilî an jî kurhilî bîne û li nêrîna min bipirse, ezê teqez bêjim na."

BI NANKORIYÊ SÛCDAR DIKIN

Sûh ragihand ku zarokên kurhilî û keçhilî dema ku ji jiyana xwe gazinan dikin, ev yek di nava civakê de bi xweşbînî nayê pêşwazîkirin û got, "Gelek mirov di wê baweriyê de ne ku divê em spasiya wan bikin ji ber ku em ji xizaniyê rizgar kirine. Dema ku em gilî dikin hingî me bi nankoriyê sûcdar dikin. Mirovên ku em kirine kurhilî yan jî keçhilî bi hestên mirovî tevdigerin, lê belê êş û trajediya malbatên me yên neçar man dest ji me berdin ji nedîtî ve tên. Dibêjin, ku mafê mirovane ku bibin xwedî zarok. Lê belê bi dîtina min ne mafe ku mirov zarokên malbatên xizan ji welatekî din bibin welatekî. Bedena mirovên xizan mîna malekî tê firotin. Mîna eşyayeke bazirganiyê me dibînin. Ji bo min 100 hezar kron pere dane Navenda Kurhilî û Keçhilî ya Koreya Başûr."

BI BÊDENGÎ TINE DIBIN

Der barê hestên xwe Sûh got, "Di wê baweriyê de me ku di jiyana xwe de neserketî me û nekêfxweş im. Dayik û bavê min ji bo min çi ji destê wan hat kirin. Naxwazim bêjim ku neheqiyê li min dikin. Em zarokên kurhilî û keçhilî di nava mirina spasdariyê de ne, em bi rengekî bêdeng dimirin. Kes li me guhdarî nake. Piraniya yên me nas dikin ji wan heye ku em kêfxweş in û bi şens in. Ji wan hene ku em bûne beşek ji civaka Swêdê. Min ti carî xwe weke Swêdiyekê nedît. Min her tim xwe cuda dît."

DIXWAZIM NAVÊ XWE YÊ RASTÎ LI XWE BIKIM

Sûh niha ji bo bi zimanê Koreyî hîn bibe tevlî kursê dibe û hewl dide zimanê xwe yê dayikê hîn bibe.

Sû dibêje, piştî ku bi ziman hîn bû wê biçe Koreya Başûr û li dayik û bavê xwe, xwişk û birayên xwe yên biyolojîk bigere.

Ji bo paşerojê jî dibêje, "Navê min ê rastî ne Johanna ye, ez dixwazim nave xwe yê rastî li xwe bikim. Xwişkek min heye ku salekê ji min mezintire. Dibe ku niha ew jî li Swêdê be. Dibe ku di nava me de be, lê belê ez wê qet nas nakim. Dayik û bavê min ên ku min weke keçhilî wergirtin mirovên gelekî baş in. Ji ber vê yekê beriya niha qet nefikirîm ku li xizmên xwe yên biyolojîk bigerim. Çend meh in cuda difikirim. Dayik û bavê min mirovên gelekî baş in. Dema ku min xemgîn dibînin ew jî xemgîn dibin. Dibêjin ku bi wergirtina keçhilî re bi rengê egoîst tevgeriyane. Bi xweşbînî nêzî daxwaza min a ji bo dîtina dayik û bavê xwe yê biyolojîk dibin. Min ew ti carî sûcdar nekir. Ez sîstema ku zarokan mîna mal dibîne rexne dikim. Dixwazim navê xwe yê rastî li xwe bikim û nasnameya xwe bibînim. Lê belê ez ê paşnavê kalê xwe ku ez zane kir û bû sedem ku li ser piyan bimînim bi kar bînim."