Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Di nava salekê de li Başûrê Kurdistanê 38 karker mirin

Li Herêma Federal a Kurdistanê di sala 2019’an de bi kêmanî 38 karker mirin.

Li gorî Rêxistina Binesazî ya Başûrê Kurdistanê ji 1’ê Çile heta 25’ê Kanûna îsal li Silêmanî, Hewlêr, Dihok û herêmê bi kêmanî 38 karker mirine.

Li Silêmaniyê 19, li Hewlêr 11, li Dihok jî 8 kearker mirin û nîvê van jî karkerên biyanî ne.

Sedemê mirina karkeran jî wiha hatine rêzkirin: ketin, bi ketina elektirîkê, xeniqîn, şewat, mayîna bin xirbeyan ve û kuştinê.

Rêxistinê diyar kir ku li gorî agahiyên gihane ber destê wan vê bîlançoyê parve dikin, dibe ku hejmara ji ya hatî ragihandin hê zêdetir be.

Tê dîtin ku li gorî sala borî hejmêra hê kêmtir in. Di sala 2013’an de li herêma Kurdistanê bi kêmanî 129 karker mirine. Rêxistina Binesazî sala 2013’an weke ‘Sala kuştina karkeran’ naskiribûn.

Li gorî Rêxistina Kar a Navneteweyî li gelemperiya cîhanê her salê nêzî 2 milyon kes ji ber qeza û nexweşiyên girêdayî kar derdikevin dimirin.

Li gorî Meclîsa Elwkeariya Kar û Tenduristiya Karkeran a li Tirkiyeyê (ÎSÎG) di meha Mijdarê de bi kêmanî 126 karker mirine. Di 11 mehên îsl de ev hejmar gihişte 1606 karkerî. Hê bilançoya meha Kanûnê nehatiye belavkirin.