Awûstralya ji germê dişewite

Li Awûstralyayê germahî Sêşemê 40.9 pile bû ku ev yek ji dema destpêkirina pîvandina germahiyê û vir ve li Awûstralyayê germahiya herî bilinde. Ji ber şewata daristanan jî herî kêm 3 milyon hektar daristan şewitî.

Li Awûstralyayê pileya germahiyê gihîşt 40.9 pileyî. Ev germahiya Sêşemê ji dema destpêkirina pîvandina germahiyê û vir ve germahiya herî bilind a li Awûstralyayê ye.

Meteorolog Dîana Eadîe got, "Germahiya bilind wê îro zêdetir bibe." Rekora beriya niha bi 40.3 pileyî di Çileya 2013'an de bû.

Tê gotin ku germahî dikare bibe sedem ku şewata li daristanan hîn bêhtir belav bibe.

Li aliyekî germahî zêde dibe li aliyekî jî li eyaleta Awûstralya Rojava li dijî şewata li daristanan têkoşînek tê meşandin.

Germahî ji herêmên navîn ber bi herêmên rojhilat ve diçe. Ji ber du şewatên li eyaleta rojhilat bi deh hezaran hektar qada daristanî şewitîn. Her wiha zêdeyî 700 xanî jî şewitîn.

Ji ber şewatê bi deh hezaran Awûstralyayî daketin kolanan û lawaziya hikumeta mûxafazakar a li dijî guhertina avhewayê şermezar kirin.

Di mehên dawî de li tevahiya Awûstralyayê herî kêm 3 milyon hektar qada daristanî şewitîn. Her wiha 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.