Felaketên xwezayî yên sala 2019'an

Rêxistina civaka sivîl Chrîstîan Aîd der barê zerara madî ya ku felaketên xwezayê di sala 2019'an de bûn sedem raporek weşand. Li gorî vê yekê heft ji felaketên rû dan bûn, her yek ji wan bûn sedema zerara ji 10 milyar dolarî.

Di raporê de bal hate kişandin ser zerara madî ya 15 felaketên ji ber germahiya avhewayê rû dan. Chrîstîan Aîd ku rexistina civaka sivîl a Îngilîze ragihand, "Bûyerên meteorolojîk ên giran ku guhertina avhewayê girantir kir, di sala 2019'an li parzemînên qelebalix hemûyan xistin, bû sedema mirina mirovan, koçberbûna bi milyonan mirovî û zerara ji milyaran dolarî."

Rapor di çarçoveya raporên Neteweyên Yekbûyî, saziyên dewletê, lêkolînên zanistî û daneyên ji çapemeniyê hate amadekirin. Di raporê de tayfûn, felaketên lehiyê û şewatên daristanan hatin bibîrxistin û hate destnîşankirin ku heft ji wan bûne, her yek ji wan bûn sedema zerara ji 10 milyar dolarî.

Li gorî vê yekê felaketa lehiyê ya li bakurê Hindistanê û tayfûna Lekîma ya li Çînê her yek ji wan bûn sedema zerara ji 10 milyar dolarî, bagera Dorîan a li Bakurê Emerîkayê bû sedema zerara ji 11,4 milyar dolarî, felaketên lehiyê yên navbera mehên Hezîran û Tebaxê yên li Çînê bûn sedema zerara 12 milyar dolarî, felaketên lehiyê yên li Mîdwest û başûrê DYE'yê bûn sedema 12,5 milyar dolarî, tayfûna Hagîbîs a meha Cotmehê ya li Japonyayê bû sedema zerara ji 15 milyar dolarî û şewata daristanan a mehên Cotmeh û Mijdarê yên li eyaleta Kalîforniyayê bûn sedema zerara ji 25'ê milyar dolarî.

Di raporê de hate destnîşankirin ku her yek ji van felaketan pêwendiya xwe bi guhertina avhewayê heye.

Chrîstîan Aîd her wiha ragihand ku ji ber felaketên lehiyê yên li bakurê Hindistanê 1.900 kes û ji ber bagera Îdaî ya li Mozambîkê jî 1.300 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nirxandina salê ya şîrketa sîgortayê ya Swîss Re'yê ku di nava meha Kanûnê de kir, di sala 2019'an de zerara ku felaketên xwezayî û felaketên însanî bûn sedem 140 milyar dolare. Di sala 2018'an de zerara ku hate tespîtkirin 176 milyar dolar bû.