KCDK-E'yê Cejna Êzî pîroz kir

KCDK-E'yê Cejna Êzî pîroz kir û diyar kir, "Em hêvî dikin ku Cejna Êzî ji bo gelê me yê Êzidî û tevahiya Kurdistaniyan bibe wesîleya aştî, statu û azadiyê."

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bi peyamekê Cejna Êzî pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku civaka Êzidî bi coş û kelecaneke mezin cejnên xwe pêşwazî dike û hate gotin, "Civaka me ya Êzidî rojî û cejnên xwe her sal li gorî dema Kurmancî diyar dike. Cejna îsal jî li 20'ê Kanûnê rast hat. Êzidîtî ku yek ji bawerî û çandeke qedîm a herêmê ye di dîrokê de timî bû hedefa sirgûn û komkujiyan. Hîn jî gefên li dijî hebûna wan dewam dikin.

Bi hezaran jinên Êzidî, keçên Êzidî ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar ve hatin revandin û aqûbeta piraniya wan jî nayê zanîn. Mîna parçeyên Kurdistanê hemûyan li Şengalê jî êrişên qirkerî û komkujiyê yên dewleta Tirk a nîjadperest û şefê DAÎŞ'ê Erdogan dewam dike. Bi rêxistinbûna neteweyî, bi naskirin û avakirina Êzidxanê em dikarin nehêlin ku civaka me ya Êzidî neyê qirkirin.

Bi vê wesîleyê sazî, rûspî û rêxistiniyên Êzidiyan bi yekîtiyê dikarin statuya Şengalê bidin pejirandin û bi vî rengî komkujiyên nû asteng bikin. Têkoşîna jiyanê ya civaka me ya Êzidî têkoşîna me ya bingehîn a jiyanê ye. Bi navê KCDK-E'yê em cejna Êzî pîroz dikin û hêvî dikin ku ji bo civaka me ya Êzidî û tevahiya Kurdistaniyan bibe wesîleya aştî, statu û azadiyê."