Hêzên dewletê guh nadin qedexeya nêçirê

Li Colemêrgê tevî ku nêçira pezkoviyan qedexe ye, leşker û cerdevan guh nadin vê qedexeyê.

Nêçira hewayên çolî û pezkoviyan di dema dawî de li erdnîgariya Kurdistanê zêde dibe. Bi taybetî hêzên dewletê vê yekê ji nedîtî ve tên.

Colemêrg ji ber taybetmendiyên xwe yên erdnîgarî mêvandariyê ji heywanên nifşên wan li ber tinebûnê dike. Li herêmên Kirikdag, Sumbul, Deşta Berçelanê, çiyayên Cîlo, Şemzînan û Çelê heywanên çolî hene ku nifşên wan li ber tinebûnê ne. Li Colemêrgê ku bi hezaran sal in mêvandariyê ji heywanên çolî re dike, dema dawî nêçira wan zêde bûye.

Li herêma Kirikdag û derdora çiyayê Sumbulê yên ku bi 25 kîlometreyan dûrî navenda Colemêrgê ne, pezkovî di hedefa cerdevan û leşkeran de ne. Derket holê ku leşker û cerdevan nêçira pezkoviyên li herêma Kirikdagê dikin. Şahidan diyar kirin ku cerdevan hema bêjin her roj diçin nêçirê û got, "Carna sê, carna çar an jî zêdetir pezkoviyan dikujin. Tevî ku qedexe ye kes dengê xwe nake. Li wê herêmê qereqola leşkerî jî heye, lê belê leşker jî vê nêçirê ji nedîtî ve tên."

Li herêma Colemêrgê deverên ku nêçira pezkoviyan û heywanên çolî qedexe ne:

Gundê Urse yê ser bi navçeya Geverê, herêma Yeşîltaş, Îkiyaka, ji sînorê gundê Kirikdagê heta gundê Urse. Ji gundê Kirikdagê heta navçeya Geverê ya li sînorê Rojhilatê Kurdistanê. Ji Geverê heta sînorê Rojhilatê Kurdistanê.

Ji navçeya Şemzînanê heta nuqteya sînorê Rojhilatê Kurdistanê li xeta gundên Harran, Uçyanî, Ormancik, Aktutun û Konûrê. Ji gundê Uzumkiran heta gundê Konûrê. Ji sînorê Rojhilatê Kurdistanê heta sînorê Başûrê Kurdistanê.

Rojhilatê navçeya Çelê, bakurê navçeyê. Sînorê navçeya Çelê û gundên Çaglayan û Kavûşak. Herêmên Kûrû Dere, Kavakli, Işikli û navenda Çelê, herêmên başûr û Başûrê Kurdistanê.