Li Evûstralyayê ji ber şewata daristanê 17 kes mirin

Li başûrê rojhilatê Evûstralyayê agir bi daristanê ket û 17 kes mirin.

Roja Çarşemê hin cenazeyên din ji nav daristanê hatin derxistin. Bi tenê li eyaleta Gallerê 7 kes mirine.

Li Eyaleta Vîctorîayê jî komên alîkariyê diyar kirin ku di sê rojên dawîn de 4 kes winda ne.

Ji ber şewatê xetên elektrîk, înternet û telefonê hatine qutkirin. Hate diyarkirin ku ji ber şewata li welat herî kêm 1400 mal hatine hilweşandin.

Li gorî rayedaran 5,5 milyon hektar qad bûne xwelî ev jî bi qasî Danîmarka yan jî Hollandayê ye.