Li Ranya ji bo balê bikişînin ser baykota malên Tirk afîş daliqandin

Di çarçoveya Pêngava boykotkirina malê Tirkî de Jinên Ciwan li navçeya Ranya Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê li gelek kolanan afîşên boykotkirina malên Tirkî daliqandina.

Pêngava boykotkirina malê Tirkî ku li Başûrê Kurdistanê hatiye destpê kirin didome. Di çarçoveya Pêngavê de Jinên Ciwan li Ranya afîşên boykotkirina malên Tirkî li gelek cihan daliqandin.

Li ser afîşên hatine amade kirin hemû kompanya-markayên dewleta Tirk a dagirker hatibûn nîşankirin da ku gel berhemên wan boykot bikin.

Jinên Ciwan ev afîşana li gelek deverên bajarê ve daliqandin.