KNK: Rojbûna Îsa Mesîh cejna Noelê pîroz be

KNK'ê rojbûna Îsa Mesîh cejna Noelê pîroz kir.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya cejna Noelê peyamek weşand.

Peyama KNK'ê wiha ye:

"Rojabûyîna Îsa Mesîh di cîhana Mesîhiyê de rojeke pîroz e. Bi vê armancê 25ê Kanûna Pêşîn [December] wekî roja bûyîna Îsa Mesîh tê pîrozkirin. Rojên pîroz yên dînî, di hemû dînan de bihadar in, meqbûl in. Her dîn, van rojên xwe yên giring bi coş û şahî û seremoniyên mezin li nav xwe û perêsgehên xwe de pîroz dikin.

Li Kurdistanê nufûseke qelebalix ya bawermendên Îsa Mesîh û kitêba pîroz Incîlê hene û hevwelatiyên bi qedr û qîmet in. Di nav KNKê de jî hevwelatiyên Îsawî têne temsîl kirin.

Cejna Noelê nîzingê 2000 salane li Kurdistanê tê pîrozkirin û bûye cejneke sereke ya welatê me.

Bi munasebeta vê roja pîroz, KNK di serî de Noela Mesîhiyên Kurdistanê û ya hemû Mesîhiyên dinyayê bi rêz û hezkirineke bilind pîroz dike. Hêvî dikin ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahiyê li her derê cîhanê."