Saziyên civaka Êzidî: Cejna Êzî pîroz be!

Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar cejna Êzî pîroz kirin.

Bi wesîleya Cejan Êzî Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, Navenda Yekîtiya Êzidiyan, Hevgirtina Ciwanên Êzidî, Navenda Çanda Êzidxanê, Meclîsa Şengalê ya li derveyî welat, Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê û Meclîsên Gundên Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em, saziyên civaka êzîdî li Ewrûpayê, Cejna qedîm a Êzî li civaka Êzîdî û tevahî gelên Rojhilata Navîn û Mirovahiyê pîroz dikin û bi vê wesîleyê di wê baweriyê de ne ku tifaqa gelan wê jiyana azad û demokrat mîsoger bike. Cejn li tevahî cangoriyên 73 Fermanan û doza azadiyê pîroz û bimbarek dikin."

CEJN LIHEVHATIN, ARAMÎ Û HEZKIRINE

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku cejn xwedî wateya lihevhatin, aramî û hezkirinê ye û hate gotin, "Nirxên nasnameya olî û çandî bi rojiyan û cejnên wan tên parastin û jiyîn. Ji bo civaka Êzîdî ku xwedî nasnameyek resen û kevnar e, navê din a heqîqetê ye û bi bedelên giranbuha heya roja îro hatiye, wateya cejn jiyanî ye."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:


"Tevî ku 73 Fermanan jiya ye, hewl daye xwedî li mîrateya xwe derbikeve û hebûna xwe biparêze. Qirkirina 3 ê Tebaxa 2014’dan girîngiya mekanîzmên xweparastinê raxistiye berçavan. Divê civaka Êzîdî bi tenê hêza xwe bispêre xwe û li ser hîmê tifaq û yekitiyê çand û baweriya xwe li Welat û dervayê Welat biparêze, bijî û xwedî lê derbikeve.

Tê zanîn ku hêzên xêrnexwaz bi armanca asîmîlekirina civaka Êzîdî di nav hewldanên bênavber a encamkirina fermana spî û sor de ne. Li beramberî vê rastiyê, civaka Êzîdî bi taybetî li dervayê Welat bi tunebûnê re rûbirû maye. Ji ber vê bi qasî ku cejn wateya jiyanî ye, hîn zêdetir mekanîzmên xweparastinê, xwerêvebirinê û xwerêxistinkirinê ji bo civakê bi taybetî jin û ciwan esasên jiyanê ne.

Ji lewra jî divê li beramberî êrişên tunekirina Êzîdiyan a hindirîn û derva refleksên civakî yên rêxistinkirî hîn kurtir derbikevin holê û li gorî vê hewldanên qirkirinan bi helwestek xurt bên vala derxistin. Êrişên ku ji aliyê dewleta dagirker û qirker a Tirk li Şengalê di meha Mijdarê de pêk hatin, li Rojava ji meha Cotmehê ve suçên mirovahiyê tên pêk anîn û li beramberî vê bêdengiya Civakê û a raya giştî mêtirsiyek mezintirîn ava dike.

Divê di serî de hemû pêkhateyên saziyên civaka êzîdî bi avakirina tifaqa hindirîn xwedî li nasnameya xwe a pêşengtî derbikeve û civaka xwe li beramberî siyaseta qirêj a hêzên xêrnexwazan biparêze. Di heman demê de divê bi wesîleya cejnê hemû ferdên êzîdî di warê hişmendî bi lezginî xwe bike kesayetek tam a rêxistinkirî û li gorî rêûresmên xwe yên çandî û bawerî bijî û bide jiyîn.

Tenê li ser esasê tifaq û bi rêxistinbuyînê em ê bikaribin vegera axa xwe ya pîroz mîsoger bikin û wiha li Êzîdxana xwe xwedî derbikevin.

Bi van bîr û baweriyan em dubara Cejna Êzî li Mamê xwe yê Êzdîxanê, tevahî cangoriyan, li civaka Ezdayî û mirovahiyê pîroz dikin. Em bang li tevahiya gelê xwe û dostên civaka xwe dikin, bi giyana seferberiyê tevlî pîrozbahiyên Cejna Êzî bibin û bilindkirina têkoşîna azadiyê derbasî jiyanê bikin."

BERNAMEYA PÎROZBAHIYAN

Di daxuyaniyê de deverên ku cejn lê bê pîrozkirin hate ragihandin.

Bernameya pîrozbahiyan wiha ye:

 
20-12- 2019, an

Bremen:
Navnîşan- otto-Brenner Allee 44 ,
Saet : 17:00
28325 Bremen-Tenever

Achîm:
Navnîşan Laake str 1,
27337 Blender
Seat : 16:00

Heidekreis:
Navnîşan Mala Êzdîyan
Oerbekerstr 6,
29683 Bad Fallingbostel
Saet: 15:00

 

Hammeln:

Navîşan : Bahnofstr 7,

31840 Fischbeck ( Hessisch Oldendorf )
Saet: 15:00

 

Emmerich:

Navnîşan Mala Gel

Nierenberger 150,

46446 Emmerich

Saet : 15:00

 

Wesel:

Navnîşan : Ackerstr 242,

46487 Wesel

Saet : 17:00
 

Saarbrucken:

Am Seelbach 3,
66557 illingen

Saet : 17:00
 

21-12-2019

 

Wilhelmshaven:

Navnîşan:

Plauenstr 2,

26388 Wilhelmshaven

Saet : 15:00


Berlin :

Navnîşan : Pallasstr 35,

10783 Berlin

Saet : 15:00