Bahoza bi hêz a li Fîlîpînê jiyan tevizand

Li Fîlîpînê ji ber bahoza zêde Noel vegeriya kaosê.  Nêzî 20 hezar rêwî û 175 keştî li peravê asê man. 60 seferên balafiran jî rawestiyan.

Bahozeke bi baranî û bi hêz li Fîlîpînê jiyan tevizand.

Bahoza Phanfone ya leza wê di saetekê de 120 kêlometre ye rê li ber bagerekî mezin vekir.

Li herêma Vîsayas a rojhilat 4 hezar kes hatin veguhestin. Hate ragihandin ziyanên ruhî pêk nehatine.

Ji ber bahozê nêzî 20 hezar rêwî û 157 keştî li peravê asê man, bi kêmanî seferên 60 balafirî jî hatin betalkirin.

Li gorî çavkankyên xwecihî, herêmên ku bahoz lê derbas bûne 100 mal hilweşiyane.

Ji ber bahoza KAmmûrî ya ji serê meha Kanûnê û vir ve bûye sedemê mirina bikêmanî 13 kesî.